'Em jiyanek mirovane û heqê xwe dixwazin'

EDENE - Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel, bal kişand ser hevdîtinên TÎS'ê, îxrac û zextên li ser kedkaran û diyar kir ku ew jiyaneke mirovane û heqê keda xwe dixwazin.

Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel, li ser hevdîtinên TÎS'ê, îxrac û zextên li ser kedkaran, rawestiya û diyar kir ku ew jiyaneke mirovane û heqê keda xwe dixwazin. Yuksel, diyar kir ku îktîdara AKP'ê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê li dijî darbeya leşkerî darbeyeke sivîl pêk anîye û wiha got: "Li şûna dijminê darbeyê demokrasiyê pêş bixe, pîvanên antî-demokratîk ku darbeyê xurt dikin xistine meriyetê." Yuksel anî ziman ku ji 15'ê Tîrmehê heta niha 110 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin û wiha got: “Ji van kedkarên hatin îxrackirin 3 hezar û 249 kes endamên sendîkayên konfederasyona me n. Nêzî 700 hevalên me jî hatine dûrxistin. Di salvegera darbeyê şeva 14'ê Tîrmehê bi KHK'a dawî ya hêjmar 692'an 114 endam ji SES'ê hatin îxrackirin û 777 endamên me hatin dûrxistin.

Yuksel, anî ziman ku nêzi 70 endamên sendikayên girêdayî KESK’ê bê heq û huûq hatin girtin û wiha got: "Em li hemberî vê neheqî û tundiyê serî natewînin. Em tu carî tawîz nadin. Em doza heqê xwe dikin û jiyaneke mirovane dixwazin. Em di peymanên TÎS'ê yên 2018-2019'an de ewlehiya kar, mafê xwe yê jiyanê û jiyaneke mirovane dixwazin. Ji bo hevalên me yên bi OHAL û KHK’ê ji karê xwe dûr ketin dîsa li karê xwe vegerin û heqê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."