Qeyûmê heqê 10 rojên 113 karkeran neda wan

ŞIRNEX – Qeyûma Sîlopya 113 karker ji kar dûr xist û piştî karker ji kar dûr xist 10 rojan ew zêde dan xebitandin. Qeyûmê heqê 10 rojan ê 113 karkeran neda wan. Karkerên ku 10 roj heqê xwe nesitendin doza tazmînatê vekir.

Qeyûma Şaredariya Sîlopya 113 karkerên di şîrketa hemaliyê de dixebitîn ji kar dûr xist. Qeyûmê heqê 10 rojan ên 113 personelên ku dawî li karê wan anî neda wan. Qeyûmê ku yek alî peyman fesih kir, tablîgat ji karkeran re neşand û 10 rojan ew zêde dan xebitandin. Rayedar piştre bi telefonê li karkeran geriyan û got “Sibê neyên kar" Seroka Şaxa Genel-Îşê ya Şirnexê Zeynep Îdin, diyar kir ku ger li şûna qeyûmê şaredariyên berê wisa karker mexdûr kiribûna dê mufettişan bihatina lêkolîn kiribûna û şaredarî ceza kiribûya. Lê ji ber ku qeyûmê ev yek kir fatûre bi serê karkeran de teqîya.
Karker bi vî rengî hatin mexdûrkirin. 113 karker mafê wan ji destê wan hat girtin. Avansa dan 6 ajokaran dîsa ji destê wan girtin. Heta ku şaredarî vê awansê dîsa negire pereyên 113karkeran jî nayê dayîn.

DOZA TEZMÎNATÊ VEKIRIN

Îdîn, ani ziman ku jiber karker mexdûr bûne li dijî qeyûmê doza tazlînatê vekirin û wiha got: "Hêj 8 mehê peymanê heye. Divê peyman yek alî neyê fesihkirin. Ji bo karker dîsa li karê xwe vegerin me xwest dozê vekin. Lê karkeran diyar kirin ku ew naxwazin dîsa vegerin karê şaredariyê û me tazmînat vekir."

Îdin, “anî ziman ku li gorî peymana TÎS'ê divê karker heqê her saet û kêliyê bistînin. Lê mexdûriyeta karkeran nayê dîtin. Çav berdidin keda karkeran.