ENQERE– Berdevkê Demî yê KESK’ê Devrîm Kahraman xwest çalakvanên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku li Enqerê kom bûn û hatin binçav kirin, demildest berdin.
Platforma Şaxan Enqerê ya KESK’ê têkildarî çalakvanên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Enqerê kom bûn û hatin binçav kirin, li avahiya Şaxa Hêjma 2 ya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist.
Endamên platforê pankarta “Kesên binçavkirî bila serbest bên berdan, daxwazên Nuriye û Semîh bên qebûl kirin” li salonê daliqandin. Berdevkê Demî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK) Devrîm Kaharaman daxuyanî da û bal kişand ser zextên li ser çapemeniya muxalîf. Kahraman da zanîn ku îro roja sansûra li ser çapemeniyê hatî rakirin e û wiha axivî: “Lê li welatê me bi sedan rojnameger girtine. Dîsan televîzyon û radyoyên muxalîf girtin. Her roj êrîşên li ser medya zêde dibin.”
TUNDIYA POLÎSAN ŞERMEZAR KIRIN
Kahraman anî ziman ku ew feraseta polîsan ên li jî çalakvanan şermezar dikin û wiha got: “Polîsan bi tund êrîş kirin û destûr nedan daxuyaniya çapemeniyê li dar bixwin. Polîsên êrîşkar milê hevalekê me şkandin. Em vê tundiya polîsan şermezar dikin." Kahraman dest nîşan kir ku nêzî salekêye bi OHAL û KHK’an tên bi rêveberin û wiha got: “Giştînameya Waliyê Enqerê amade kirî, di nava OHAL’ê de, OHAL’ê dide jiyîn.” Kahraman herî dawî daxwazên xwe wiha rêz kir: “Me her tim jiyan, mafê mirovan, demokrasî û azadî parastiye. Nuriye û Semîh ne bi tenê ne. Divê daxwazên wan bên qebûl kirin. Bila hevalên me yên duh hatin binçav kirin serbest bên berdan, rejîma OHOL’ê bi dawî bibe, KHK bê betal kirin û derbasî pêvajoya hiqûqî ya demokrasiyê ya di çarçoveya mafê mirovan, bibin."