EDENE – Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Alî Îhsan Okten diyar kir ku bi bernameya “Veguherîna di tenduristiyê de” ya AKP’ê serlêdana ji bo nexweşxaneyan û bijîşkan 5 qat zêdetir bûye û wiha got: “Li welatên Yekîtiya Ewropayê rêjeya kesekî/e ku ji bo bijîşkiyê serlêdanê bike ji serî 8 e, lê li cem me rêjeya ji sedî 10.2’ye û ev her roj zêdetir dibe."
Proje ango bernameya “Veguherîna di tenduristiyê de” ku sala 2002'an ve ji aliyê AKP’ê ve ketiye meriyetê, di qada tenduristiyê de tu pirsgirêk çareser nekirin. Li gel vê yekê jî pêkanînên wek “Bijîşkiya malbatê” û “Performansa spartina biheq” bar û karê nexweşxaneyan derxistiye du qatan. Her ku diçe serlêdan zêde dibin û ev li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan liv û tevgerek zêde bi xwe re aniye.
Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Alî Îhsan Okten têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Di dema dawî de rewşa nexweşxaneyan dilê mirovan diêşîne. Li Tirkiyaya ku 80 milyon gelheya wê heye, sala çûyîn serlêdanên ji bo serwîsên lezgîn 110 mîlyon bû. Şoba nexweşînan zêde dibe û ji ber vê yekê serlêdana li beşên lezgîn gelek zêde dibe. Di salekî de serlêdan ji nifûsa welat zêdetir e. Em li welatekî wisa dijîn. Hejmara serlêdana sala par 110 milyon bû û ev rêje her sal zêde dibe.”
‘VEGUHERÎNA DI TENDURISTIYÊ DE’ SERLÊDAN ZÊDE KIRIN
Okten dest nîşan kir ku bernameya “Veguherîna di tenduristiyê de” serlêdana ji bo nexweşxanê û bijîşkan zêde kiriye û wiha domand: “Li welatên Yekîtiya Ewropayê rêjeya kesekî/e ku ji bo bijîşkiyê serlêdanê bike ji serî 8 e, lê li cem me rêjeya ji sedî 10.2’ye û ev her roj zêdetir dibe. Bernameya ‘Veguherîna di tenduristiyê de” ji sala 2002’an vir ve di meriyetê de ye. Ev rêje li derdora ji sedî 3’ê bû, lê niha bi ser ji sedî 10’an ketiye.”
RÊJE 5 QAT ZÊDE BÛ
Okten da zanîn ku di warê polîklînîk û emeliyatxaneyên de jî zêdebûyînek cidî heye û wiha wiha axivî: “Di 12 salên dawî de rêjeya polîklînîkan 5 qat zêde bû. Rêjeya li emeliyatxaneyan jî 5 qat zêde bû. Lê di hejmara bijîşk û hemşîreyan de zêdebûn çênebû. Ev rewş jî jî parastina nexweşînan dernaxe holê. Kesên serî li nexweşxaneyê didin, a rast 'Bijîşkên malbatan' dikare pirsgirêka wan çarese rbike, lê dîsa jî serî li nexweşxaneyan didin."
Okten da xuyakirin ku divê welatî ewil serî li “Bijîşkên malbatan” bidin û dema li wir pirsgirêk nehat çareserkirin divê serî li nexweşxaneyan bidin. Okten, anî ziman ku heke ku hemû kes biherike nexweşxaneyan dê her roj li nexweşxaneyan rêjeya serlêdanan zêdetir bibe.