Endamên KESK'ê serî li Komisyona OHAL'ê dan

RIHA - Endamên KESK'ê yên li Rihayê bi KHK'ê ji kar hatin îxrackirin bi komî serî li komîsyona OHAL'ê dan.

Li Rihayê endamên girêdayî KESK'ê bi boneya mexdûriyeta wan bê derbas kirin serî li Komîsyona OHAL'ê ya bi riya walîtiya Rihayê hat avakirin dan. Endamên girêdayi sendîkayên Platforma Şaxan a KESK'ê li avahiya SES'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê endamên KESK'ê berdevka KESK'ê yê demê Leyla Sezer, daxuyanî da. Sezer, xwest bêyî dem derbas bibe û mexdûriyeta kedkaran zêde bibe bi lezgîn amfên kedkaran bide wan û zerar û ziyana wan pêşwazî bike.

Kedkaran piştî daxuyaniyê daxwaznameyên amade kirine teslîmî komîsyona OHAL'ê ya Rihayê dan.