Kedkarê KHK bi 'KaHKaha' yê pêşwazî kir: Ez li ser piyan im

ENQERE - Kedkarê tenduristiyê û parazvanê mafên mirovan Adnan Vural ê bi KHK ya dawî hat îxraçkirin got: "Min KHK bi KaHKahayan pêşwazî kir. Ez li dijî mirina sivîl li ser piyan im. Ez bang li kedkaran dikim ku em bi hevre têbikoşin."

Endamê MYK'ê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)Adnan Vural û Endamê SES'ê ku bi KHK ya hêjmar 692'an ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Haymana hat dûrxistin berê sirgûnî Haymana hat kirin û niha jî hat îxrackirin. Vural, anî ziman ku ew bawer nake ku ew mexdûr biye tenê bawer dikeku nexweşên wî mexdûr bûne. Vural, anî ziman ku wî KHK bi 'KaHKaha'yan pêşwazî kir û wiha got: "Ez başer dikim ku ez azad bûm. Ji ber ku dewlet li ser zorê tê avakirin. Em jî dibin perçeyekî vê çarkê. Em birçî namînin. Rêhevalên me hene. Bi îxrackirinê peyama "tu dê birçî bîmîne" dide me. Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê ez birçî namînim. KESK a bi rêxistin heye. Em dê hemû bi hevre vê pêvajoyê derbas bikin. Min her dem ji bo tenduristiya bê pere û zimanê zikmakî di ber xwe ta û têkoşiyam. Ez dê vê têkşîna xwe berdewam bikim. Ez dê êdî bêtir karibim serbest têbikoşim. Ez bawer dikim ku bêtir azad bûm.
Ez dê li dijî mirina sivîl bêjim na û ez dê bêjim heta dawî li ser piyan im. Ez dê sinorê karmendiya dewletê bişkînim.

BÊTIR CESARET

Vural, anî ziman ku 120 hezar kes bi KHK hatin îxrackirin û wiah got: "Ez dibêjim kedkarênk hatin îxrackirin bila bêtir bi cesaret û wêrek tev bigerin. Bila bibin yek û bi hevre têbikoşin. Em bi hevre têbikoşin em dê van astengiyên li pêş xwe bişkînin. 120 hezar kes ne hêjmarek kêm e.