STENBOL - Meclisa ÎSÎG'ê bi raporekê mirinên karkeran ên di serdema OHAL'ê de aşkera kir û da zanîn ku rewş gelek xeter e, di salekê de hezar 963 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) û mirinên karkeran ên di vê serdemê de û piştrast kir ku rewş gelek xeter e. ÎSÎG'ê di rapora xwe de têkoşîna azadî û maf a karkeran a di serdema OHAL'ê de derxist pêş û da zanîn ku di saleke OHAL'ê de hezar 963 karkerî jiyana xwe ji dest daye.
3 RÊZÊN DESTPÊKÊ: ÎNŞAET, ÇANDINÎ Û VEGUHESTVAN
Di qadên kargehiyê de 3 beşên wekî înşaet, çandinî û veguhestvanî de, mirin gelek zêde ne û ev tişt tê gotin: "Di qada çandiniyê de sedî 10 rêjeyeke daketinê ya mirinan heye. Di bingeha vê de ji ber qedexeya derketina derve ya li Başûr Rojhilat û Rojhilatê Anatolyayê hatibû îlankirin, dîsa rewşa siyasî-civakî ya li herêmê ye, her wiha ji ber ku mijara çandiniyê li welatê me hatiye piştguhkirin û qadên çandiniyê ji rantê re hatiye vekirin û hişmendiya karê serdest e."0
Li gorî rapora ÎSÎG'ê di mirinên zarokên karker de rêjeyek zêde heye û vê yekê jî wekî xetereya ewlehiyê pênase kir û ev tişt hat gotin: "Bi taybetî li bajarên wekî Stenbol, Kocaelî, Bursa, Îzmîr, Antalya, Edene û Manîsayê, ewlehiya karkeran di asteke xeter de ye." ÎSÎG'ê bal kişand ser berxwedan û çalakiyên karkeran jî û piştrast kir ku di serdema OHAL'ê de bi hinceta "ewlehiya neteweyî" 5 grevên karkeran jî hatiye astengkirin.
HEZAR 963 KARKER MIRIN
Mirinên karkeran li gorî mehan wiha hatiye diyarkirin: "Di 10 rojên Tîrmeha 2016'an de 63 karker, di meha Tebaxê de 206 karker, di meha Îlonê de herî kêm 150 karker, di meha Cotmehê de 169 kaker, di meha Mijdarê de 196 karker, di meha Kanûnê de 141 karker, di meha Çileyê de 161 karker, di meha Sibatê de 133 karker, di meha Adarê de 152 karker, di meha Nîsanê de 151 karker, di meha Gulanê de 146 karker, di meha Hezîranê 165 karker, di meha Tîrmehê ya 2017'an de jî herî kêm 130 karkerî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî raporê raporê karkerên jiyana xwe ji dest dane, temenê wan jî wiha ne:
“Karkerê zarok ên temenê wan 14 û di bin 14 salî re15 karkerên zarok,
karkerên temenê wan 15-17 salî, 36 kesî jiyana xwe ji dest da,
yên temenê wan 18-27, 278 karkerî jiyana xwe ji dest da,
yên temenê wan 28-50 salî hezar 32 karkerî jiyana xwe ji dest da,
yên temenê wan 51-64 salî 350 karkerî jiyana xwe ji dest da,
yên temenê wan 65 salî 81 karkerî jiyana xwe ji dest da,
Yên ku em temenê wan hîn nebûn 171 karkerî jiyana xwe ji dest da.”
Li gorî daneyên raporê mirinên karkeran herî zêde li Stenbolê qewimîne.