Ji ber germahiyê karker ji ser hişê xwe diçin

EDENE - Li Edeneyê, karkerên pêlavan diyar kirin ku bi germahiyê re şert û mercên xebatê xerabtir bûne û wiha gotin: "Carinan gelek karker ji ber germahiyê ji ser hişê xwe diçin."

Li Edeneyê germahiya zêde bandorê li gelek sektorên kar dike. Karkerên pêlavan ên li dezgehên ku li Buyuk Saetê hatine danîn li gor serê perçe dixebitin, ji ber germahiya zêde nizanin dê çêbikin. Kemal Kerîm ku 10 sal e karkeriya pêlavan dike, diyar kir ku ji germahiya zêde ew zaf xwêdan didin û ji ber vê zaf diwestin. Kerîm, anî ziman ku li gel van şert û mercên nebaş jî ew beramberiya keda xwe wernagirin û wiha got: "Şert û merc zehmet in, ked pir e lê beramberî kêm e."

‘JI BER GERMAHIYÊ KARKER JI SER HIŞÊ XWE DIÇIN'

Kerîm, anî ziman ku ew li qatê binî yê avahiyê dixebitin, lê belê li gel hewaya germ jî patronê wan vantîlatorekê nastîne. Kerîm, dest nîşan kir ku ji ber germa zêde û bêhna zemqê gêja wan diçe û wiha axivî: "Heke mirov ne mecbûr be li cihên wisa naxebite. Lê belê ji ber ku pêdiviya me pê heye, em ji neçarî dixebitin." Kerîm da zanîn ku ew hîn 17 salî ye û ji ber zemqê dema ew diçe malê tim çavên wî diêşê û gêja wî diçe. Kerîm wiha got: "Carinan gelek karker ji ber germahiyê ji ser hişê xwe diçin."

Adnan Çevîk jî dest nîşan kir ku dema ew di germahiyê de dixebitin zaf tengav dibin û wiha got: "Heke ne ji mecbûrî be, em li ber bêhna vê zemqê naxebitin." Çevîk, anî ziman ku carinan ew bi zorê bêhnê distînin, lê belê ji ber ew mecbûr in nikarin dev jê berdin. Çevîk wiha axivî: "Ya tu yê di vê germê de bixebitî an jî tu yê li malê birçî bimînî. Li ber me tenê du alternatîf hene. Her du alternatîf jî çareseriyê berpêş nakin."