KESK: Di dema hevdîtinên TÎS'ê de em ê li ber Wezareta Xebatê bin

ENQERE – Hevseroka KESK'ê Asysun gezen, diyar kir ku di hevdîtinên TÎS'ê de ew ê OHAL û KHK'ê bikin madeya rojevê û ew ê roja destpêkirina hevdîtinan yanî di 1'ê Tebaxê de li ber Wezareta Xebatê kom bibin.

Berî Hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku di bin serweriya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) û Rewşa Awarte (OHAL) de pêk tên, konfederasyon daxwazên xwe ji raya giştî re parvekirin. Her çendî di 1'ê Tebaxê de hevdîtinên TÎS'ê dest pê dikin û der barê zemê de nîqaş bên kirin jî tê payîn ku sendîkayên muxalîf rewşa karkerên hatine îxrackirin bînin rojevê. Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysun Gezen der barê hevdîtinên TÎS û rojeva kedê de pirsên dihaber'ê bersivandin.

‘TIŞTEK NEGUHERÎ'

Gezen gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên wek "Ji me re çi bila biçin di sektora taybet de bixebitin" bi bîr xistin û wiha got: "Ev axaftinên Erdogan gotinên Kenan Evren ên wekî 'Em darve nekin û wan xwedî bikin?' anî bîra me. Ji darbeya 12'ê Îlonê heta niha tu tişt neguheriye."

Gezen aşkera kir ku kesên ji kar hatine avêtin muameleya "terorîstiyê" dibînin, bi avêtina ji kar hemû mafên wan ên jiyanê ji destê wan hatiye girtin. Gezen dest nîşan kir ku kesên ji kar hatine avêtin, nizanin ji bo çi ji kar hatine avêtin û wiha got: "Karmend bê ewlehî tên hiştin." Gezen piştrast kir ku daxwaza wan a sereke rakirina OHAL'ê ye û der barê daxwazên Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê de jî ev agahî dan: "Di civînê de pêşniyarên der bare TÎS'ê de anîn gel hev. Daxwaza sendîkayan ew e ku divê OHAL û KHK bên rakirin."

DI 1'Ê TEBAXÊ DE LI BER WEZARETA XEBATÊ NE

Gezen piştrast kir ku di dema hevdîtinên TÎS'ê de yanî di 1'ê Tebaxê de ew ê li ber Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê (ÇSGB) bin, dê hin çalakiyan li dar bixin û wiha domand: "Daxwazên kedkaran tenê li ser maseyê nayên nîqaşkirin. Ev daxwaz tenê li pişt deriyan nayên nîqaşkirin. Ev ne mijara bazarê ye."

Gezen bertek nîşanî rayedarên Memûr-Senê yên der barê TÎS'ê de kiribûn jî da û herî dawî wiha got: "Daxwaza Memûr-Sen'ê ya der barê KHK'e de jî dide nîşandan ku alîgirê AKP'ê ye. Li gorî pêdiviyên AKP'ê tev digere. Memûr-Senê der barê endamên xwe yên ku hatin îxrackirin de gavek jî neavêt."