STENBOL - 520 karkerên şaredariya Avcilarê ya CHP'î ji ber ku 3 mehin heqê xwe nastînin dest ji kar berdan. Karkerên ku 5 rojin di çalakiyê dene diyar kirin ku ji bilî berxwedanê çareya wan tune ye.
400 karkerên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê û 120 karkerên girêdayî Midûriyeta Park Baxçe ya Şaredariya Avcilar a CHP'î ji ber ku 3 mehin heqê xwe nastînin dest ji kar berdan. 520 karkerên ku ji bo heqê xwe nastînin di 24'ê Tîrmehê de dest bi çalakiyê kirin ji ber daxwazên wan pêk nehat dest ji kar berdan. Karkerên ku 5 rojin li Şandiyên Firuzkoy û Gumuşpala di çalakiyê dene, diyar kirin ku tenê çare berxwedan e. Karkerên girêdayi Sendîkaya Turk-Îşê diyar kirin ku ji ber endamê sendikayê ne mafê wan tê binpêkirin. Sekreterê Malî yê Şaxa 2'yem ê Turk Îşê Savaş Dogan, diyar kir ku karker tenê dixwazin bi rêk û pêk heqê wan bê dayîn. Dogan, anî ziman ku wan berê çawa mafê xwe bi dest xist, niha jî dê bi berxwedanê mafê xwe bi dest bixin.
Dogan, anî ziman ku rêveberiya sendîkayê û Şaredara Avcilarê Handan Toprak hevditin kirine lê çareserî pek nehatiye. Dogan, anî ziman ku karker ji ber heqê xwe nikarin bistinin êdî nikarin pêdiviyên xwe yên malê jî bistinin û ji bo mafê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirine
Karker Onur Becermen anî ziman ku ew mafê xwe dixwazin û dixwazin dîsa li karê xwe vegerin.