Çalakgeren ÎZDENÎZ’ê: Çi dibe bila bide grevê bidome

ÎZMÎR - Greva ku TDS'ê li ÎZDENÎZ'ê daye destpêkirin di roja 18'emîn de ye. Rêveberê Navenda Giştî yê TDS'ê Selîm Necatî Çîllî diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew ê grevê bidomînin. Çîllî got ku, tekane daxwaza wan "edalet" û "wekhevî" ye.

Piştî ku di hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) de, Sendîkaya Deryavanên Tirkiyeyê (TDS) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) ye û Şîrketa Anonîm a Veguhêzkarî, Turîzm û Bazirganiyê ya Kargêriya Deryayê ya Îzmîrê (ÎZDENÎZ) li hev nekirin, di 12'ê Tîrmehê de grev hat destpêkirin û greva karkeran di roja 18'emîn de ye. Grev li 10 noqteyên ÎZDENÎZ'ê yên wek îskeleyên Konak, Karşiyaka, Alsancak, Uçkûyûlar, Bostanliyê didome. Rayedarên şîrket li hemberî daxwazên karkeran xwe li nebihîstinê datînin.

Karkerên ÎZDENÎZ'ê diyar dikin ku ji bo personelên bejahiyê ji sedî 9 û nîv zem û ji bo personelên behrê jî ji sedî sifir zem pêşniyarî wan hatiye kirin. Yanî tê xwestin ku ew bêyî zem peymanê îmze bikin. Karkeran got ku dewletê bi xwe ji bo personelên bejahiyê zemeke ji sedî 12 û nîv daxuyandiye, lê ya ku ew dixwazin jî zemeke ji sedî 15 ye.

‘BÊEDALETÎ HEVSAR STENDIYE Û DIÇE'

Rêveberê Navenda Giştî yê TDS'ê Selîm Necatî Çîllî bi gotina "Ji ber ku em doza heqê keda xwe dikin em grevê dikin" sedema destpêkirina grevê vegot. Çîllî, diyar kir ku ew edaletê dixwazin, ew doza heqdesteke ku mirov bikaribe bi awayekî mirovane pê bijî dikin. Çîllî, anî ziman ku kesên li ÎZDENÎZ'ê dixebitin di navbera 1700-4500 lîreyî distînin û wiha domand: "4 hezar û 500 lîre jî herî kêm piştî ceribandineke 15 salan tenê kaptanê keştiyê distîne. A rast ev hevalên me dê di behrên vekirî de herî kêm 7 hezar lîreyî bistînin. Li Tirkiyeyê di şîrketin din ên emsalî de ev kaptanên me di navbera 9-10 hezar lîreyî de meaş werdigirin. Lê li Îzmîrê nêviyê vê jî nastînin." Çîllî, dest nîşan kir ku li gel meaş di warê mafên civakiyî de jî ew bi kêmasiyaên cidî re rû bi rû ne û wiha got: "Li gor yekeyên din ên şaredariyê mafên me yên civakî yên pereyê ardû û perwerdehiyê, destûra cejnê hwd. hema bêje tune ye. Yanî bêedaletî hevsar stendiye û diçe."

'ÇI DIBE BILA BIBE DÊ GREV BIDOME'

Çîllî diyar kir ku çi dibe bila bibe, çend roj dibe bila bibe heta ew mafên xwe bi dest bixin dê greva wan bidome û wiha axivî: "Daxwaza me wekhevî û edalet e. Yanî em doza rêjeya zema ku şaredarî ji bo yekeyên din kiriye dikin. Ger em behsa edaletê, wekheviyê, demokrasiyê dikin divê ne bi gotinê be, divê gavên vê yekê bên avêtin. Serokekî şaredariyê yê behsa wekhevî û edaletê dike divê li ser sozê xwe be û bila ji bo me xebatakarên ÎZDENÎZ'ê jî bi awayekî adil tevbigere. Her wiha li gel vê em doza mafên xwe yên civakî jî dikin. Heta ku em mafên xwe bi dest nexin dê greva me bidome. Heycana me ya roja ewil çawa bû, niha jî heman tişt e. Heta niha ji şaredariyê kes nehatiye. Daxwazeke wan a li hevkirinê çênebûye. Ji ber vê, berpirsiyarê hemû mexdûriyetên ku ji ber gervê xwe didin der Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ye."