Karkerên DHL yên hatin avêtin: Berxwedana me dê bidome

STENBOL - Karkerên firmaya DHL Express yên ji ber xebatên sendîkayî ji kar hatin dûrxistin, ji bo parastina mafê xwe 15 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. Karkerên çalakger diyar kirin ku heta ew mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Şîrketa DHL Express, 9 karker bi hinceta endamên Sendîkaya Karkerên Ragihandina Giştî (TUMTİS) ya giredayî Turk-Îş'ê ye ji kar derxistin. 9 karkerên ji kar hatin avêtin ji bo mafê xwe bi dest bixin dest bi çalakiye kirin. Ji 9 karkerên hatin dûrxistin jê 7 karkeran li pêş avahiya Midûriyeta Giştî ya DHL Expressê ku li navçeya Bagcilar a Stenbolê ye dest bi çalakiya kirin. 7 karker 15 rojin di çalakiyê dene û bi biryarin heta bi ser kevin çalakiya xwe berdewam bikin.

Ji karkerên hatin dûrxistin Selçuk Durmaz (35), diyar kir ku dema li Midûriyeta finasmanê dixebitî piştî daxwaza hefteyê 20 saetan bixebite ji kar hat dûrxistin û wiha got: "Xwestin em îstifa bikin. Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn zor li me kirin."

Karker Ferhat Sonmez jî anî ziman ku karker dixwazin bibin endamên sendîkayê lê ji ber pêkanînên dijdemokratîk karker nikarin bibin endamên sendîkayê.

TUMTÎSÊ DHL HIŞYAR KIR

Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk DHL li 200 welatan xebatê dimeşîne û ji ber pêkanînên dijdemokratîk ên li Tirkiye naxwazin ku karker bibin endamên sendîkayê. Ozturk, anî ziman ku DHL Express naxwaze karker li sendîkayan bibin endam û xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Em dîsa DHL hişyar dikin û ji wan dixwazin ku karê karkaran dîsa bide wan. Em ji DHL'ê dixwazin ku peymana tomarî (TÎS) îmze bike û mafê karkeran bide karkeran. Ger ku helwesta DHL wisa bidome em dê bi karkerên 200 welaan re xwe bi rexistin bikin û li her derê çalakiyan pêk bînin.