ÎZMÎR – Endamên TDS'ê yên di şîrketa ÎZDENİZ'ê de dixebitin ji bo mafê xwe bistinin 20 rojin di grevê de ne. Rêveberê Navenda Gişti yê TDS'ê Selim Necati Çillî, diyar kir ku ew mafê xwe dixwazin ji bilî wê tiştekî din naxwazin.
Endamên Sendîkaya Deryavanên Tirkiye (TDS) yên di şîrketa ÎZDENÎZ'ê de kar dikin ji bo mafê xwe bistinin 20 rojin dest ji kar berdane û di grevê dene. Karkerên ÎZDENİZ'ê dixwazin wekî şîrketên din xwedî mafê sendîkayî bin û heqê xwe bistînin. Lê ji ku Sendikaya TDS û ÎZDENÎZ'ê di peymana TÎS'ê de li hev nekirin, karkeran dest ji kar berdan. Karker ji bo mafê xwe 20 rojin di çalakiyê dene. Rêveberê Navenda Gişti yê TDS'ê Selim Necati Çillî, diyar kir ku ew mafê xwe dixwazin ji bilî wê tiştekî din naxwazin. Çillî anî ziman ku ew mafê xwe yê civakî dixwazin û wiha got: "Em tiştên pêkan dixwazin. Yekîneyen şaredariyê çi heqî didin karkeran bila heman heqî bidin me jî."