ÎZMÎR - Alya Muhammed ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobaniyê qismek malbata xwe li Kobaniyê hişt û hat Tirkiyeyê, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Malbatê diyar kir ku ew dixwazin vegerin Kobaniyê, lê belê ji ber deriyê sînor girtiye ew nikarin vegerin.
Dayika 12 zarokan Alya Muhammed a 61 salî dema DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir neçar ma warê xwe biterikîne û hat Tirkiyeyê. Muhammed tevî 6 keçên xwe 3 sal berê li Torbaliya Îzmîrê bi cih bû, lê belê hevjînê wê, 5 kurên wê û keçek wê li Kobaniyê ne. Muhammed tevî 6 keçên xwe li xaniyekî yek odeyî dijî û bi karkeriya çandiniyê debara xwe dike.
‘HEQÊ ME NADIN ME'
Alya Muhammed şert û mercên li nav zeviyan vegotin. Muhammed got ku ew û zarokê xwe saet di 5'ê sibehê de li motorê siwar dibin û bêyî ewlehiyeke wan a jiyanî hebe berê xwe didin nav zeviyan. Muhammed, diyar kir ku ew havînê di bin taveke dijwar de û zivistanê jî di nav heriyê de dixebitin. Muhammed, dest nîşan kir ku li gel xebata di şert û mercên erzan de jî ew tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Muhammed, diyar kir ku ew hem bi erzanî tên xebitandin û hem jî carinan heqê xwe wernagirin. Muhammed, got ku ew zêde û di bin zext û zordariyan de dixebitin. Muhammed, diyar kir ku ji ber ew ji Kobaniyê ne bi rihetî nikarin biaxivin jî, dema ew li hemberî vê yekê dertên an jî fikrên xwe tînin ziman roja dinê kar bi dest naxin.
Muhammed, diyar kir ku ew dizanin ku kes wan naxwaze û li Tirkiyeyê ew û penaberên din di bin zext û zoriyan de ne. Muhammed wiha domand: "Ev 3 sal in ku em li vir di nav dojehê de ne. Kobanî zaf xweş bû. Niha her kes li wir e û em jî dixwazin biçin. Lê belê sînor girtîne. Em nikarin biçin. Em ji aliyê Tirkiyeyê ve tên astengkirin. Dema em li xaka xwe bûn kesî heqaretî me nedikir. Kesî zilm li me nedikir. Tirkiye zilmê li gelê xwe dike. Me tim li hemberî Ewropayê bi kar tîne. Destûrê nade ku em biçin, lê ji Ewropayê re jî dibêje 'lê binihêr heke tiştekî pîs çêbibe ez ê vana bişînim.' Niha li Kobaniyê ereb, kurd û tirk tev di nav hev de dijîn."