ÎZMÎR - Karkerên ji kar hatin avêtin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Karkeran di çalakiyê de mafê xwe xwestin.
Endamên sendîkayên Belediye Îş û Genel Îş'ê yên girêdayî DÎSK'ê ku li şîrketên ÎZELMAN, ÎZENERJÎ, ÎZULAŞ, Grand Plaza de dixebitin, ji ber neheq ji kar hatine avêtin û mafê wan hatiye binpêkirin, li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Zêdeyî 100 karkerên girêdayî DÎSK'ê, bi sedema ku nêzî 3 mehin heqê xwe nastînin, ji bo heqê wan bê dayîn û mafê wan bê parastin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karkerên li pêş avahiyê kom bûn diyar kirin ku ew edaletê dixwazin. Li ser navê karkerên ku ji kar hatine avêtin Bariş Kaşa daxuyanî da û anî ziman ku ew heqê xwe dixwazin. Kaya, anî ziman ku di 2 mehên dawî de şirketan dawi li karê 100 karkean anî û karkerên 15 salin li vir kedê didin bê hincet ji kar hatine dûrxistin. Kaya, anî ziman ku ew her tiştî bi keda xwe bi dest dixin û dê ji bo rûmeta xwe di ber xwe bidin û mafê xwe bi berxwedanê bi dest bixin.