ENQERE - Hevserokê Giştî ya KESK'ê Mehmet Bozgeyik, ji ber helwesta Serokatiya Personelên Dewletê ya li dijî heyeta wan, diyar kir ku ew tev li hevdîtinên TÎS'ê nabin û wiha got: "Ji ber hevserokên KESK'ê hatin îxrackirin destûr nedan tev li hevdîtinên TİS'ê bibin."
Endam û rêveberên KESK'ê li pêş Wezareta Ewlehiya Civakî beriya hevdîtinên TÎS'ê daxuyanî dan û meşiyan. Endam û rêveberên KESK'ê li pêş Studyo Ari ya TRT'ê kom bûn û dest bi meşê kirin. Endamên KESK'ê tevî nûnerên DİSK, TMMOB û parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan bi siloganên "Ne darbe nejî OHAL bi lez û bez demokrasî" "Dê KHK biçin em dê bimînin" berz kirin. Koma dekkar û karkeran piştî der barê Nûriye Gulmen û Sebih Ozaka yên 146 rojin li Girtîgeha Sîncanê di greva birçîbûnê dene silogan berz kirin, polîsan meş asteng kir û destûr nedan bimeşin. Polîsan diyar kirin ku ger der barê çalakiya grevê de sloganan berz bikin dê mudaxale bikin. ENdamên KESK'ê bi çepik û siloganan polîs şermezar kirin.
DARBEYA OHAL'Ê LI TîS'Ê JÎ XIST
Endam û rêveberên KESK'ê piştî gihiştin ber wezaretê li vir daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, “diyar kir ku hevdîtinên TÎS'ê yên serdema çaremîn iro dest pê dike û 3 milyon kedkarên cemaweriyê eleqeder dike. Bozgeyik anî ziman ku di bin OHAL'ê de peymana TÎS'ê tê îmzekirin û wiha got: "Darbeya OHAL'ê li TİS'ê jî xist. Serokatiya Personelên Dewletê diyar kir ku ji ber Hevserokên KESK'ê bi KHK'ê hatine dûrxistin nikarin di hevdîtinên TÎS'ê de cih bigirin. Îktîdarê piştî daxwazên KESK'ê dît, vê carê bi rêyên li dijî hiqûqê mudaxaleyî KESK'ê dike. Em hevdîtinên TİS'ê nas nakin û em tev li hevdîtinên TÎS'ê nabin. "