Ji bo 'gezek' nan bibin malê keraneyên wan qet nasekinin

EDENE - Li Edeneyê Mehmet Golge ku bi keraneyên mezin karê şikandinê dike û debara malbatê dike wiha got: "Ji bo debara zarokên xwe ji mecbûrî vî karî dikim."

Li Edeneyê germahiya hewayê di navbera 45-50'î dereceyî de ye. Dema li vê germahiyê rûtûbet jî zêde dibe, êdî mirov nikare li ber siyê jî îdare bike. Lê belê li gel van şert û mercan jî, ji bo debara xwe bikin gelek mirov di karên giran de dixebitin. Yek ji van karan jî bi keraneyan şikandina amûrên metalî ye. Yek ji karkerên ku bi keraneyên mezin amûrên metalî dişkîne jî Mehmet Golge ye. Golge diyar kir ku, ji bo ew gezek nan bibe mala xwe amûrên metalî perçe dike. Golge, dest nîşan kir ku her cara ku ew di bin vê kelekela havînê de kerane bilind dike bi awayekî zêde xwêdan dide û wiha got: "Ez mecbûr im debara zarokên xwe bikim. Ji ber vê dixebitim. Tim avê vedixwim da şûna wê ava ku ji min diçe tije bikim."

Golge, anî ziman ku ew rojê di navbera 3-10 tonan de malzeme dişkînin, lê belê li gel ewqas zor û zehmetiyê jî bi zorê ew heqê nanê xwe derdixin û ji vî halê xwe re şikir dikin.

'DEMA EM DIÇIN MALÊ EM JI XWE DIKEVIN'

Golge, anî ziman ku ew malzemeyan ji xurdekaran distînin û dişkînin û wiha axivî: "Em qebalekar in. Ev made ji pîkê tên çêkirin. Em vana dişkînin. Saeta karê me tune ye, kengî biqede ewçax em diçin malê. Karê me karê qebalayê ye. Carinan heta derengê şevê jî didome. Em di bin vê germê de karê şikandinê dikin. Karê me zaf zehmet e. Dema em diçin malê em ji xwe diçin. Lê karê me ev e, wekî din tu alternatîf tune ye." Golge, anî ziman ku bêyî ku tu ewlehiyeke wan a civakiyî hebe dixebitin û wiha got: "Ji bo şorbeya zar û zêçên me bikele, ji mecbûrî em vî karî dikin."