ENQERE- Elîf Yuce (65) ku li kuçeyan bi firotina goreyan debara xwe dike wiha got: "Vê sibehê dema hişyar bûm, westandî bûm. Min got ez neçim kar, lê dema min dît li malê tenê nîv nan û çend îsot hene, mecbûr mam biçim."
Li Tirkiyeya ku sînorê birçîbûnê ya malbateke 4 kulfetî hezar û 498 lîre ye, Elif Yuce (65) ku dahata wê ya mehane 800 lîre ye li kuçeyan bi firotina goreyan debara xwe dike.
Elîf Yuce ku li navçeya Etîmesgût a Enqereyê dijî, bi firotina goreyên zivistanê ku ew bi destê xwe çêdike debara xwe dike. Hevjînê Yuceyê li fabrîkayeke şekir mehê bi 800 lîreyî dixebite. Yuce jî, goreyan difiroşe û rojê 20 TL'yî qezenc dike. Du kurên Yuceyê hene, yek ji wan ji ber nexweş e nikare bixebite û yê din jî betal e.
HER SIBEH LI SIHHIYEYÊ YE
10 sal e ku Yuce her sibeh saet di 09.00'an de li wesayîtên gihaniya giştî siwar dibe û berê xwe dide Meydana Sihhiyeyê. Yuce, li vê qadê goreyan difiroşe.
Rojê 20 lîreyî xerc dike û bi vî pereyî jî pêdiviyên xwe yên çay, nan, şekir û zebze bi cih tîne. Her wiha pereyê ku qezenc dike 5 lîre û nîvê wê jî dide heqê rê. Yuce, diyar kir ku roj heye ew zêde goreyan difiroşe û roj heye qet nafiroşe û wiha got: "Em di xaniyê bikirê de ne, hevjînê min meaşê kêmtirîn jî wernagire. Li Tirkiyeyê gelek kesên wek me hene."
Yuce cota gorên ku çêdike bi 5 lîreyan difiroşe. Yuce got ku ji bo çêkirina goreyên destan dem divê û wiha axivî: "Ne karekî hêsan e ku mirov di vî temenî de goreyan çêbike."
‘MIN GOT EZ NEÇIM KAR, LÊ...'
Yuce, diyar kir ku roj heye ew zaf diweste û naxwaze biçe kar û wiha domand: "Lê ez mecbûr im. Dema goreyan nefiroşim em nikarin debara xwe bikin. Vê sibehê dema hişyar bûm, westandî bûm. Min got ez neçim kar, lê dema min dît li malê tenê nîv nan û çend îsot hene, mecbûr mam biçim."
HAVÎNÊ ZABITE ZIVISTANÊ EWLEKAR
Yuce, diyar kir ku ew havînê li kuçeyên Sihhiyeyê û zivistanê jî li dor nexweşxaneyên Sihhiyeyê goreyan difiroşe. Yuce, dest nîşan kir ku havînê zabite û zivistanê jî ewlekarên nexweşxaneyan karê wê asteng dikin.
Yuce balê kişand ser debara malê û zehmetiyên kar û wiha got: "Divê mirovên di temenên min de li mala xwe bêhna xwe bidin."