Bodrûm ji turîstan re bihuşt, ji karkeran re dojeh e

MUGLA – Navçeya Bodrumê ku wekî “Bihuşta Seyranê" tê zanîn, dema mirov ruyê wê yê din dinihêre, dibîne ku ji bo her kesî ne bihuşt e. Li milekî ji bo kesên dewlemend û turîstan warê seyran û geştê, li milê din jî ji bo karkeran qawîş hatine avakirin û weki dojehê ye.

Bajarê Mugla li Tirkiye yek ji bajarê herî xweş û warê seyran û gerê tê zanin. Di demsala havînê de gelek kes ji bo betlaneyê Mugla û Navçeya wê Bodrum tercîh dikin. Mugla ji bo gelek kesan wekî “Bihuşta Betlanê" tê zanîn. Lê ji bo karkeran jî wekî dojeh û warê kar tê zanîn. Li perav, plaj û seyrangehan kesên dewlemend tên westînê û keyfê dikin, li milê din jî karkerên ji bo xebatê tên Mugla di qawîşên karkeran de dijîn û di nava şertên giran de dimînin. Karkerên ji bo xebatê tên Muglayê, li herema Gumbet, Yalikavak û Sanayî yên Bodrumê di qawîşan de dimînin û di nava şertê herî dijwar de li ber xwe didin. Bi piranî karkerên ji Agirî, Wan tên Bodrûmê û di qawîşên 11 -18 kesan de bi cih dibin û di nava şertên giran de dijîn. Karkerên li vir bi cih dibin av û ceyranê peyda nakin û bi satil û metereyan avê temîn dikin. Ji ber şertên xerab ji bo 100 karkerî serşokek dikeve. Li van qawîşan di demsala zivistanê de nêzî 2 hezar karker û di demsala havînê de jî nêzî 500 karker bi cih dibin. Qawîşên ku kapasîteya wan 320 kes in, li gel germahiya zêde ya havînê nêzî 500 kes bi hev re dijîn. Ji van karkeran nêzî 300 ji wan zarok û xwendekar in. Zarok û xwendekarên li vir dixebitin jî bê sîgorte û bê ewlehiya kar dixebitin.

DI HEMÛ KARÊN GIRAN DE CIWANÊN KURD DIXEBITIN

Karker Abdurrahim Bozkurt, diyar kir ku ew ji Agirî hatiye û di demsalên havînan de di bin germahiyeke 50 pîleyî de kar dikin. Bozkurt, anî ziman ku li vir di karên dijwar û karên înşaetan de bêtir ciwanên kurd dixebitin û wiha got: "Em bi roj dexebitin û êvaran jî heta ku em pêdiviyên xwe temîn dikin saet dibe 12'ê şevê. Li vir şert û mercên jiyanê xerab in. Yên nexweş bikevin jî nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji ber kar tune em neçarin di nava şertên xerab de bixebitin. Sala par karsaz nêviyê heqê min da min. Ger min qebûl nekirana careke din kar nedida min. An ez ê bi erzanî bixebitim, an jî ez ê betal bimînim.

JI BER TUNEBÛNA KAR 3 HEZAR KM TÊN LI VIR DIXEBITIN

Karkerê 34 salî Feyzî Bozkurt jî anî ziman ku her karkerek ji bo qawişan 500 TL heq dide û wiha got: "Em her mehê 50 lire pere didin. Dibêjin hûn neçar in, Aîdata Ewlehiyê" bidin. Ger ku li welatê me kar hebûya em 3 hezar kilometre rê nedihatin vir. Salek e ku ez hevsera xwe û zarokên xwe nabînim. Ji ber kar tune û ji ber xizaniyê em neçar in di van şertên giran de bixebitin.

Karkerê 35 sali Galip Demir û Xwendekarê Zanîngehê Ozcan Bozkurt, ciwanê 18 salî Ferhat Yaşar jî diyar kirin ku ji ber kar tune û betal in ji neçarî li vir di nava şert û mercên giran de bi heqê erzan û keda zêde kar dikin.

Ciwanê 18 salî Ugur Yaşar û ciwanê 17 sali M.Y. jî diyar kirin ku ji bo heqê zanîngehê û dibistanê derxin neçar in bên di van şertên giran û nexweş de karê zor bikin.

Gokhan Oner / Ruken Demir – dihaber