Greva li ÎZDENÎZ'ê bi dawî bû

ÎZMÎR -Greva li ÎZDENÎZ'ê ya girdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ku di 12'ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bid awî bû. ÎZDENÎZ û TDS'ê li hev kir û grev bi dawî bû.

Piştî ku di hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) de, Sendîkaya Deryavanên Tirkiyeyê (TDS) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) ye û Şîrketa Anonîm a Veguhêzkarî, Turîzm û Bazirganiyê ya Kargêriya Deryayê ya Îzmîrê (ÎZDENÎZ) li hev nekirin, di 12'ê Tîrmehê de grev hatibû destpêkirin. ÎZDENÎZ û TDS'ê li hev kir û îro grev bi dawî bû. Piştî bi dawîbûna grevê li bajêr gihaniya behrê ku hatibû rawestandin dubare çalak bû.

Di warê heqdest û mafên civakiyî de di navbera ÎZDENÎZ û karkerên girêdayî TDS'ê de nelihevkirinek derktibû holê. Piştî di navbera ji sedî 15-15'an de zem li heqedesta karkeran hat kirin, piraniya karkeran ev rêje qebûl kir û grev bi dawî bû.