COLEMÊRG- Li gundê Balekayê gundî bi palûteyî (zibare) alîkariya hev dikin. Şêniyên gund her roj li nav zeviyên gundiyekî dixebitin.
Li gundê Baleka yê Colemêrgê ji zarokan bigire heta extiyaran her kes ji bo zivistanê bênavber li nav zeviyan dixebite. Mezin bi bîçer û tirpanan giha diçinînin û zarok jî av û xwarinê ji wan re dibin. Bi awayekî palûteyî her roj karê gundiyekî tê kirin. Gundî hewl didin ku berî zivistanê karê xwe biqedînin.
Ugur Pala ku li navenda bajêr dijî û her bihar tê li gund dixebite wiha got: "Em her bihar tên gund û bi bîçeran gihayên xwe diçinînin. Em hinekî jê dikin rêsî û hinekî jê jî dikin ka." Pala, anî ziman berê wan bi tirpan û şalokê giha diçinî, lê niha li şûna van amûran makîne derketine. Pala diyar kir ku ew herêmên avî salê du caran û yên hişk jî carekê diçinînin û wiha got: "Piştî em diçinînin em gihayan dixin patosê. Paşê em hinekî jê difiroşin."
‘LI BAJARAN JIYAN NEMAYE'
Yek ji ciwanên gund Nebi Pala jî dest nîşan kir ku her diçe şert û mercên jiyanê yên li bajêr xerabtir dibin û wiha axivî: "Di salên 90'î de me bi zorê ji gundê me derxistin. Rojên zor û zehmet bûn. Hin ji me birçî man, hin ji me karê xwe diristkirin. Rewşa aborî ya kesên vegeriyan gund ji ya li yên bajaran çêtir e. Êdî li bajaran kar bi destê me nakeve, em vegeriyan gundên xwe û niha rewşa me ya aborî baş e. Em di vê demê de giha diçinînin. Hin ciwanên gund li bajêr dixwînin, hin jê jî dibistan qedandine û li gund dijîn. Havînan em hemû li gund in. Di vê mehê de em di warê çinîna giha de alîkariya hevdu dikin."
Ridvan Pala diyar kir ku piraniya karê li gund bi palûteyî tê kirin û wiha domand: "Dema yek ji me bi motorê giha biçinîne, 3-4 kesên din jî li pêyî wî gihayên ku em ji wan re dibêjin 'las' berhev dikin. Li gund her kes dixebite. Dema em giha diçinînin zarokên biçûk jî av û xwarinê ji me re tînin. Gelek avantajên jiyana gund hene. Mesela li bajêr germahiyeke zêde heye, lê li zozanên gund jiyaneke rihet."
DI MEHA GULANÊ DE LI GUND IN
Hamza Pala ku ev 3 meh in li gund e wiha axivî: "Em di meha Gulanê de diçin gund. Pêşî em li gor pêdiviyên xwe bax û baxçeyên xwe diçinînin. Paşê dema giha mezin dibin em wan diçinînin. Xizmên me yên pez xwedî dikin qismek vî gihayê ji bo pezê xwe hiltînin û yên dinê jî difiroşin. Li gund em 3 mehan dixebitin û bi vê dahatê em 9 mehan debara xwe dikin."
Îshak Pala ku tim li gund dimîne û heywanan xweyî dike anî ziman ku di meha Tîrmeh û Tebaxê de her kes dixebite. Ferhat Pala ku alîkariya bavê xwe dike wiha got: "Li hemû gundan jiyan li ser çinîna giha, çêkirina kayê, xweyîkirina heywanan û dahata ku ji ka û gihayan bi dest dikeve hatiye avakirin.
‘BERÊ HAVÎNAN ME TIM GIHA DIÇINÎ'
Ahmet Pala got ku ew bi salan e bi tirpan û şalokê giha diçinîne. Pala diyar kir ku li cihên hevrazî hîn jî giha bi tirpanê tên çinîn û wiha got: "Berê me hemû karê xwe bi tirpanê dikir. Lê niha bîçer hene. Ji ber ku li gund her kes karê xwe dike, me bi hefteyan giha diçinî. Tirpanvanê herî jêhetî 60-70 bax diçinî. Lê niha bîçerek bi tena serê xwe rojê 300-400 baxî diçine."
Zarokên bi navê Bunyamin, Rojhat û Îslam jî gotin ew jî av û xwarinê ji kesên ku çinînê dikin re dibin.