HATAY - Nerîman Şahan a li Samandagiyê bi boyaxkirina qeseleyên genimî têfikan çêdike û difiroşe got, ew di ber sîparîşan re nagihêje.
Li Gundê Hidirli yê li ser Çiyayê Mûsayê yê Samandagiya Hatayê ye, Nerîman Şahan ji qeseleyên genimî têfikan hildiberîne. Şahan bi derfetên xwe li keviyên rê qulûbeyek çêkiriye û li vê qulûbeyê berên xwe difiroşe û anî ziman ku, ew xwe di ber sîparîşa têfikan re nagihîne.
MAMOSTEYA DILDAR RÊ LI BER XIST
Şahan diyar kir ku, ew çêkirina têfikan ji mamosteyeke ku bi dildarî hatibû gundê wan hîn bûye û got, mamosteya hat gundê wan xwendin û nivîsandin û karê destan nîşanî jinan daye. Şahan diyar kir ku, piştî pêşniyarên ji bo wna hatine kirin ew hînê çêkirina têfikan bûne û ji bo bifiroşin wan dest pê kiriye û got, karê çêkirina têfikan karekî xweş e. Ji bo têfikên ew çêdike, Şahan diyar kir ku, wê li erdekî biçûk genim diçîne û piştî çinînê ew qeseleyên wan bi kar tîne û got, têfikên ew çêdike ji bo xwarinê, fêkî û hwd. tên bikar anîn. Şahan got, têfikên ku wê berê bi qeseleyên boyaxkirî çêdikir zehmet bûn.