Polîsan êrîşî endamên KESK'ê kirin: 4 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Polîsan êrîşê endamên ESM'ê yên ku xwestin durxistinên ji kar li ber avahiya serokatiyê şermazar bikin kirin û 4 kes hatin binçavkirin.


Endamên Sendîkaya Kedkarên Civakê yên Maden, Sanayî û Enerjiyê (ESM) ên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakê (KESK) ên xwestin ji lardurxistinên kar ên bi biryaranameya KHK'ê hatine kirin li ber Serokatiya Çavkaniya Enerjî û Tabiyê şermazar bikin hatin cem hev û dema xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê rastî astengiya polîsan a bi hinceta "ewlehiyê" hatin. Piştre polîsan êrîşî kedkaran kirin û 4 kes bi derpkirinê binçavkirin.


Kedkarên bi navê Omer Kok, Murat Çeşme, Volkan Yaramiş û Ozkan Bogan ên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Çankayayê.