Bi palûteyî keda jinê zexm dikin

HATAY - Li Tirkiyeyê, li tekane gundê ermeniyan ê Vakifliyê, jin berên ku bi palûteyî hildiberînin, xwe bi xwe jî bazariya wê dikin û bi vî awayî hem gundê xwe, hem jî keda jinê zexm dikin.

Li Tirkiyeyê, li tekane gundê ermeniyan Vakifliyê yê gelheya wî 130 ye û girêdayî Samandagiya Hatayê ye, jin li kooperatîfên ku ava kirine, bi berên bi palûteyî hildiberînin û ji bo firotinê berpêş dikin (pêşkeş), hem aboriya xwe pêk tînin, hem jî bi vî awayî gundê xwe bi pêş dixin. Berpirsiyara Baskên Jinan a Kooperatîfa Pêşvexistina Gundê Vakifliyê Kûhar Kartûn got, ji bo ew gundê xwe li ser piya bihêlin, ji bo mesrefên perwerdehiya zarokên xwe derxînin, wan di sala 2005'an de dest bi xebata kooperatîfiyî kiriye û paşê kooperatîfa xwe ava kirine.

'PÊŞNÛMA ME HÎN DIGOT EM Ê ÇI BIKIN, DERKET HOLÊ'

Kûhar diyar kir ku, îro rewşa wan ew e ku dikarin bûrsê bidin gelek xwendekaran û wiha axivî:"Xebat pêşî di bin banê dêrê de dest pê kir. Paşê me di bin banê kooperatîfê de baskên jinan ava kir û me biryar da ku, berên em hilberînin, em ê bi xwe bazariya wê jî bikin. Piştî me ev nirxandin û bi vî awayî em tevgeriyan, gundê me ji bo turîzmê hat vekirin û xwe gihand gelek deverên cîhanê." Kûhar anî ziman ku, ew tevî jinên gund fikirîne ku ew ê çi bikin û di vê pêvajoya fikirînê de ev pêşnûma derketiye holê.

'JI SEDÎ 80 DAHAT A JINA YE'

Kûhar diyar kir ku, ew bi taybetî girîngiyê didin berên ku jin hildiberînin û wiha domand:"Berên ku jinên gund hildiberînin, em li vir bi xwe bazariya wan dikin û bi vî awayî di serî de me azadiya xwe yî aboriyî bi dest xist. Dawiyê me danasîna gundê xwe kir û bû cihê çûnhatinê. Niha jî, em wek jinan her cure pêdiviyên gund bi cih tînin û pêşengiya vê dikin. Di firotina beran de, dahata bi dest dikeve, ji sedî 80'yê wê para jina ye, ji sedî 20'ê wê jî dikeve qaseya kooperatîfê. Bi vê re hem pêşvexistina gundê me pêk tê, hem jî jin azadiya xwe yî aborî bi dest dixin. Hemû xebat bi palûteyî dimeşin. Gundê me û faaliyetên jinan wek mînak tên nîşandan. Em dizanin, her jin li mala xwe be jî afirîner e. Lê belê, divê pêşî bi piştevaniya şaredariyê bazarek bê ava kirin."

'JI BER JI ALIYÊ JINAN VE TÊ HILBERANDIN, BAWERIYÊ DIDE KIRÎGER'

Endama Baskê Jinan a Gundê Vakifliyê Helena Çapar jî diyar kir ku, ew ji firotina berên ku jinên gund hildiberînin berpirsiyar e. Çapar diyar kir ku, ew ji eleqeya ji bo berên wan tê dayîn kêfxweş in û anî ziman ku, li ger xwerûtiya beran, hilberandina wan î ji aliyê jinan ve jî dibe cihê eleqedayîneke cuda û bi baweriyî tên kirîn.