ÊLIH - Li dijî arizîkirin û biçûkkirina Petrolên Tirkiyeyê (TP), li çar herêman 3 hezar û 200 karkerên girêdayî Sendîkaya Kar a Petrolê, biryara wê li Enqereyê çalakiyê li dar bixin dan. Li Êlihê li ser navê karkerên petrolê, Serokê Şaxa Sendîkaya Kar a Petrolê Şeyhmûs Kaygûsûz axivî û got, ew ê li dijî van sepandinan heta dawiyê têbikoşin.
Karkerên li dijî biryarên arizîkirin û biçûkkirnê yên Petrolên Tirkiyeyê (TP) tevgeriyan, di 14'ê mijdarê de li Êlih, Enqere, Semsûr û Herêma Trakyayê rojekê biryara devjêberdana kar dabûn. Piştî biryara grevê, di 6'ê kanûnê de di navbera Wezareta Enerjiyê û karkerên girêdayî Sendîkaya Kar a Petrolê de hevdîtin pêk hatibû. Piştî ji van hevdîtinan tu encam dernektin û di ser re Wezareta Enerjiyê polîtîkayên xwe yî arizîkirina TP'yê domandin, gerînendetiyên 4 herêman, tevî karkeran biryara dê li Enqereyê çalakiyê li dar bixin dan. Serokê Şaxa Kar a Petrolê ya Êlihê Şeyhmûs Kaygûsûz têkildarî daxwazan û salnameya çalakiyan axivî û dest nîşan kir ku, heta devjêperdana polîtîkayan arîzkirina li ser TP'yê bid awî nebin, ew ê ji bo kar û pêşeroja xwe têbikoşin.
‘WEZARET BIRYARA DOMANDINA ARIZÎKIRINA DA'
Kaygûsûz diyar kir ku, wan li dijî arizîkirin û biçûkkirina li ser TP'ê tê sepandin, di 6'ê kanûnê de li Enqereyê bi musteşarên girêdayî Wezareta Enerjiyê re hevdîtin pêk anî bûn û wiha got:"Musteşarê Wezareta Enerjiyê, di sepandinên arizîkirin û biçûkkirina TP'ê de israr dike. Û van polîtîkayan roj bi roj disepînin."
‘EM Ê LI ENQEREYÊ ÇALAKIYÊ LI DAR BIXIN'
Kaygûsûz anî ziman ku, ew ê xwedî li kar û pêşeroja xwe derkevin û wiha axivî:"Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tevî gerînendetiyên herêmê yên TP'ê, me ji bo rojên pêş li Enqereyê biryara lidarxistina çalakiyeke berfireh da. Di heman demê de, em ê bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin û girîngiya TP'ê vebêjin. Ji bo her kes li dijî van sepandinan însiyatîfê bi kar bîne, em ê hevdîtinan pêk bînin."
‘EM Ê JI BO KARÊ XWE TÊBIKOŞIN'
Kaygûsûz da zanîn ku, li dijî biryarên arizîkirin û biçûkkirinê wan ji Êlihê faks ji Wezareta Enerjiyê re şandiye û wiha axivî:"TP, ji bo Êlih û karkeran xwedî cihekî girîng e. Li dijî polîtîkayên arizîkrinê em ê ji bo kar û pêşeroja xwe têbikoşin."