Hunera ‘deng dide darê' winda dibe

ÎZMÎR - Erkan Çabûk ê 16 sal in li Îzmîrê tembûran çêdike, diyar kir ku li Tirkiyeyê pîşeya çêkirina tembûrê hêdî hêdî winda dibe.

Li Îzmîrê, Erkan Çabûk (34) ê ji ber baweriya elewîtiyê, azaweriya çêkirina tembûr (baxlema) lê peyda bûye, ev 16 sal in bênavber dixebite. Çabûk ê ji 2013'an vir ve bi navê Atolye Nîlê çêkirina baxlemeyan didomîne, bêtir; cûra, baxlemeyên doxkin û doxdirêj, tembûrên dîwanî û kopuzan hildiberîne.

‘EM DENG DIDIN DARAN'

Çabûk anî ziman ku, çêkirina tembûran karekî zehmet e û wiha got: "Em piştî paqijkirina hundur û derveyê kodê, doxê pê ve dikin. Em doxê li gor kod û daxwaza muşteriyan eyar dikin. Piştî em rojekê ji bo zuhakirinê wê disekinîn, paşê qoqa kodê didinê. Piştî em li devê kodê qoqê eyar dikin, dawiyê qapaxa wê tê eyarkirin. Dawiyê tiştên zêde tên jêkirin. Li gor daxwaza muşterî karkeriya wê diguhere. Piştî karê paqijiyê û zempereyê, cîlaya wê tê kirin. Piştî cîlayê zimpere tê kirin û tê tengkirin. Herî dawî têl, perde û pirik tên bicihkirin û hwd."

‘A GIRÎNG KARAKTERÎSTÎKIYA DENG E'

Çabûk diyar kir ku, başbûna tembûra ji karakerîstîkiya dengê wê, tingîniya wê û giraniya wê tê fêmkirin û wiha axivî: "Di tembûrekê de navbera pirikan li derdora 4-4.5 mîlima ye. Di piyaseyê de ji bo dengê zêdetir zevt bikin, mesafeya pirikan derdixin 6-7 mîliman. Mirov jî berbayî zêdebûna deng dikevin. Dengê bilind ne muhîm e. A girîng ew e ku, tingîniya darê bide der."

‘BI ÇAVÊ XERATAN LI ME TÊ NIHÊRÎN'

Çabûk anî ziman ku, li Tirkiyeyê ji aliyê civakê ve ew rastî qîmeteke baş nayên û wiha axivî: "Li derveyî welat her kes xweziya xwe bi çêkerekî tîne, lê li vir wek kesekî 'sê çar dar anîne cem hev' tê nihêrîn. Li Tirkiyeyê ji ber zema bacê, kirê, elektrîkê em rastî tengasiyan tên. Yek ji wan tengasiyên em herî zêde rastî wê tên jî ew e ku, bi çavên xeratan li me tê nihêrîn. Ji ber vê, li Tirkiyeyê çêkirina baxlemeyan di nav wan pîşeyên ku ber bi qedandinê ve diçin de cih digire."

‘EM XWÎNÊ WINDA DIKIN'

Çabûk dest nîşan kir ku, her ku diçe eleqeya mirovan a bo muzîkê kêm dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bilîbûna bi hunerê, wê asoya mirovan berfirhtir bike. Dema em li civakên paşmayî dinihêrin, mirov tim leqayî unsûrên paşverû yên têkiliya wan bi hunerê re tune ye tê. Lê dema mirov li civakên bi hunerê re bilî dibin dinihêre, em rêzgiritna mirovên rewşenbîr a li hemberî hev dibînin. Ji ber vê divê her kes bi cihekî hunerê bigire. Guhdarkirina muzîkeke bi qalîte jî huner e."