Çerkezoglu: Heqê kêm li fêdeya sermayedaran e

ENQERE - Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku Komîsyona tespîta heqê kêm civak şaş agahdar kiriye û heqê kêm ne li fêdeya civakê ye dijberî vê yekê li fêdeya sermayedaran e.

Sekretera Giştî yê DÎSK'ê, Arzû Çerkezoglu, têkildarî butçeya 2017'an agahî da. Çerkezoglu, anî ziman ku plana butçeya 2017'an bi milyonan karker û kedkaran eleqeder dike û wiha got: "Gelek civîn pêk anîn. Lê ev civîn tev şeklî ne. Hikûmet û sermayedaran li hev kiriye. Her heq kêm nîşan bidin her tişt li dervê rastiyê aşkere kirin. Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TÜİK) heqê karkeran ê kêm hezar û 669 tl nîşan da" Çerkezoglu, anî ziman ku TUİK'ê sala par heqe kêm hezar û 600 TL nîşan da. Li gorî vî hesabî maliyeta jiyanê li gorî sala par ji sedî 4 zêde bûye. TUİK'ê rêjeya enflasyonê ji sedî 7-8 nîşan da. Ev nakokî ye.

Çerkezoglu, da zanîn ku hêj niqaşên butçeya 2017'an dest pê nekir, derdorên karsazan der barê heqê kêm de agahiyên şaş dan û cemawerî şaş agahdar kirin. Çerkezoglu, da zanîn ku wan ji Konfederasyona Sendîkayên Karsazan ên Tirkiye (HÎSK) xwest ku heqê kêm zêde bikin. Lê TÎSK'ê daxwaza wan red kiriye. Tirkiye li gorî standarten navneteweyî tev nagere. Tirkiye di milê lêçûna kêm de li gorî welatên Ewropa pir li paş e. Heqê kedê pir kêm e. Li gorî Konseya Ewropa û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyi hemû karker heqê xwe li ser malbatê diyar dikin. Lê Tirkiye standarê xebatê tenê li ser kes diyar dike.

'ÎKTÎDARA AKP'Ê LI DIJÎ KARKERAN BIRYAR DA'

Çerkezoglu, polîtîkayên AK Partiyê jî rexne kir û wiha got: "Di Komîsyona Tespîta Heqê Kêm de tu biryar di lehê karkeran de derneketiye. Hemû biryar di lehê karsazan de hatiye dayîn. Îktîdara AKP'ê li dijî karkeran û di lehê karsazan de biryar daye.

Çerkezoglu, da zanîn ku divê heqê kêm li gorî asta jiyana asayî û mirovane bê diyarkirin û wiha got: "Divê heqê kêm li gorî pîvanên mafê jiyanê û demokrasiyê bê diyarkirin. Divê hemû konfederasyonên kedê tev li van civînan bibin û bi hevre biryarê bidin. Me dixwest heqê kêm ya butçeya 2017'an herî kêm 2 hezar tl be."