Bi keda destan debara xwe dike

DERSIM - Li Xozata Dersimê, Elmas Kahraman a ku li ser dezgehekî hekîbe, şilte, kirlent, tayik, xişrikên dîwaran û çenteyên pişta ên bi rêbazeke kevneşopiyî çêdike bi cih kiriye, bi vî awayî hem li hevjînê xwe yî nexweş, hem jî li zarokên dinihêre û dbara xwe dike.

Li Xozata Dersimê, Elmas Kahraman a 58 salî, ji bo li hevjînê xwe yî nexweşê astim û şekir û zarokên xwe yî dixwînin binihêre dixebite. Li navçeya ku zivistanan berf heta 2 metreyan dikeve, li kêleka odeya xwe ji pencereyên texte yên kevn dezgehek çêkiriye û li vî dezgehî berên kevneşopiyî yên çêdike difiroşe. Kahraman bi benikên rengorengo xalîçe, xalî, kirlent, hekîbe, tayik, xişrên dîwaran û çenteyên piştan çêdike û diyar dike ku, ew bi vî awayî hem raçandina kevneşopiyî didomîne, hem jî debara xwe dike.

‘LI BER LEMPEYÊN DON EM HÎNÎ VÊ ÇANDÊ BÛN'

Kahraman dibêje, wê ev kar dema 8 salî bûye, êvaran dem aelektrîk tune bû, lê jê dêvla wê lempeyên don hebûn, li ber destê dayika xwe hîn bûye û wiha didomîne: "Min ev ji diya xwe hîn bû. Ez diçûm dibistana seretayî. Elektrîk tune bû, min û diya xwe li be rronahiya lempeyên don çêdikir. Em li cem diya xwe rûdiniştin û hîn dibûn. Me jî got, bila ev çand bidome. Me di vê raçandinê de xalî, balgî çêdikirn. Ji bilî vê, me dezgehek biçûk çêkir, em çenteyan çêdikin. Ez van çenteyan difiroşim û debara xwe pê dikim. Li malê kes naxebite. Hevjînê min nexweşê astim û şekir e, kurê min dixwîne. Ez van çenteyan perçe perçe radiçînim, difiroşim û pê xercaneya zarokên xwe derdixim."

‘JI BO ÇI EM ÇANDA XWE NAPARÊZIN'

Kahraman a ku got, "Me ji berê ve bi vê rêbazê xalî, hekîbe, kirlent û çenteyên piştan çêdikirin" diyar dike ku, ew benikan dikirin, dawiyê van benikan rêz dikin, paşê benikan bi texte vedikin û bi hesinê ku jê re dibêjin kerkît baş dijidînin û herî dawî nexşên hatine çêkirin bi berên hatine çêkirin tên dirûtin. Kahraman wiha domand: "Berê me ev li malên xwe bi kar dianîn. Serdem êdî serdema haziriyê ye, êdî ev hatin jibîrkirin. Xalî û çenteyên hazir hene. Heta ev hebin, tiştên xweşik hemû tên jibîrkirin. Ev ji bo çi tên jibîrkirin. Vê keda desta, çanda me. Heyf û mixabinî ye, çima em vana naparêzin. Hem ev saxlemtir û baştir in jî."

‘JI BER MÎHRÎCAN HAT QEDEXEKIRIN NIKARIM BERÊN XWE BIFIRPŞIM'

Kahraman diyar kir ku, he ryek ji van berên bi keda destan tên çêkirin, 5-6 rojê wê digirin û da znîn ku, mîhrîcana kevneşopiyî ya her sal li Xozatê dihat lidarxistin, ji ber ev du sal e hatiye qedexekirin, ew di warê firotina berên xwe de zehmetiyan dikêşe û got, qedexekirina mîhrîcanan binpêkirina keda wan e.