DENÎZLÎ - Tevnên destan ên bi huner û kedek mezin li navçeya Buldan a Denîzliyê bi sedsalan in tên ristin, yek bi yek winda dibe. Osteyê tevnê Îsmet Boyaci, diyar kir ku piştî teknolojî pêş ket, kargeriyên ristina hûnandina tevnan îro yek bi yek tên guhertin û wekî depo tên bikar anîn.
Li navçeya Buldan a Denîzliyê tevnên berik, merş û tejan ên dîrokî ku ji serdema Romayan mane, yek bi yek winda dibe. Dezgehên tevnan ên ku hunera xwe ji bajare Antîk ê Tripolisê digire, heta Beri Zayinê (B.Z) 2 sed sal koka xwe heye. Hunera destan ku nêzî 2200 sal temenê wê heye û bi keda destan heta îro hatiye, piştî teknolojî pêş ket, yek bi yek destehên wê ji holê radibin. Bajarê Buldan ji ber ku navenda pembo, kenevir, hirî û hevrişîmê bû tevnê ristina berik, merş û tejan gelek pêş ketibû. Li navçeya Buldanê piştî teknolojî û sanaya tekstîlê pêş ket, yek bi yek dezgehên tevna destan ji holê rabû û li şûna wê fabriqeyên tekstîlê cih3e xwe girtin. Di salên 1990'an de potê xam ê hezar metre hat hilberandin. Sal bi sal fabrîqe hatin avakirin. Her ku li herêmê fabriqe hatin avakirin, rezgehên tevna destan yek bi yek ji holê rabû. Li şûna 3 hezar dezgehên bi motor îro tenê 10 dezgehên tevnên destan mane. Dezgehên mane jî li ber hebûn û tunebûnê ne.
Pisporê tevnên destan ê 75 salî İsmet Boyaci, diyar kir ku ji 14 saliya xwe û virde li navçeya Buldanê li taxa Duzalanê li dezgehê bavê xwe dixebite û 61 salin karê tevna destan dike. Boyaci ji ber ku bi salan e vî karî dike êdî bûye perçeyekî jiyana wî û bi hezkirinek mezin karê tevna destan dike.
TEKNOLOJÎ PÊŞ KET HUNER MIR
Boyaci ku niha li malek dîrokî ya Buldanê tevna destan dirêse, diyar kir ku berê li kolan û neqebên navçeya Buldanê dengê tevnên destan bilind dibû û niha êdî ew deng tune ye. Boyaci, anî ziman ku li şûna dezgehên tevnan êdî ev kargerî wekî kiler û depo tên bikar anîn u wiha got: "Êv mîrateyê bav û kalan in. Lê piştî teklonojî pêş ket hunera destan jî winda bû.
CIWAN ELEQE NÎŞANÎ HUNERÊ NADIN
Boyaci, destnîşan kir ku berê eleqeya ciwanan a hunere destan gelek zêde bû û êdî ciwan zêde eleqe nîşanî vê hunere nadin û wiha got: "Berê di her maleke de tevnek destan hebû. Tenê li mala me 5 tevnên destan hebû. Em wisa girêdayî van tevnan bûn, demsalên hevînan me tevnê xwe dibirin nava zeviyên rezan. Lê niha êdî ciwan eleqeyê nîşanî vê hunerê nadin. Hemû ciwan dixwazin li ser masê bibin memûr." Boyaci bilêv kir ku berê hunera tevnên destan çavkaniya debarê bû, lê îro malbat nikare zêde debara xwe bi vî karî û hunerê bike.
Boyaci, herî dawî anî ziman ku niha rojê 2 şalan dirêse û di navbera 6 - 12 TL de difiroşe û wiha got: "Yên ji me dikirin jî heba wê bi 25 TL difiroşe. Yên kedê didin qezenç nakin, yen bazirganiya wan dikin qezenç dikin.