ÎZMÎR - Karkerên li Herêma Pîşesaziya Organîse ya Ataturk a Îzmirê dixebitin, têkildarî niqaşên heqê herî kêm ê li meclîsê tê niqaşkirin xwest vê mijarê ji vîna gel bipirsin û bibin referandumê.
Herêma Pîyasaziya Organîze ya Ataruk (ÎAOSB) ku di sala 1990'an de li navçeya Çîgli ya Îzmirê hat avakirin, ji 572 firmayan pêk tê û 37 heraz karker li vir dixebitin. Li Herêma ÎAOSBê bêtir fabrîqeyên tekstîl, cil, makine, otomotiv, metal, plastik, kimya, zexîre, ceyran û elektronik xebatê dikin. Karkerên li Herêma Pişesaziyê ku wekî navenda kar tê zanîn dixebitin, ji hiqaşên heqê kêm yên li meclîsê ne razî ne. Karkerên li vê herêmê dixebitin diyar dikin ku ew van niqaşan ji nêzîk ve dişopinin, lê ji vê yekê ne razî ne. Karkeran, anîn ziman ku piştî OHAL'ê patronên kar bêtir mafê karkeran binpê dikin û bêtir keda wan tê xwarin. Karkeran, diyar kirin ku piştî OHAL û biryarên KHK'ê hemû mafê wan ji destê wan hatiye girtin û nikarin mafê xwe biparêzin.
'JI BO DEBARÊ NEÇARIM VÎ KARÎ BIKIM
Karkera herêma pîşeyî Fatma Dîlek ku dayika 2 zarkon e diyar kir ku tevî mesayên din mehê 1700 TL heq distîne. Dîlek anî ziman heqê keda xwe nastîne. Dîlek, anî ziman ku ew hefteyê 5 rojan dixebitin û her rojê 12 saetan kar dikin û wiha got: "Şertê jinen karker pir zahmet e. Em nikarin debara xwe bikin û nikarin pêdiviyên xwe bibînin. Em nikarin wexta xwe ji zarokên xwe re biqetînin."
'HEZAR Û 300 TL HEQARET E'
Dîlek anî ziman ku heqê kêm ku wekî Hezar û 300 TL diyar dikin ji bo mirovan heqaret e û nayê qebûlkirin. Dilek, anî ziman ku bi vî pereyî nikare heqê ceyran û avê, kira xanî, xwarin û cilan pêşwazî bike. Dîlek, da zanîn ku lêçûna mehane ya malbatê herî kêm 2500 TL ye.
'DIVÊ HEKÊ KÊM 3 HEZAR TL BE'
Karkerê Ozkan Keser, jî anî ziman ku niha mehê herî kêm 2000 TL distîne û ev yek têra wî nake. Keser, anî ziman ku niqaşê heqê kêm ku li meclîsê tê kirin şermek mezin e. Yêk ku niha hiqaşê dikin bi dengê me diçin meclîsê û dibin milyarder û derdikevin. Ji bo em pêdiviyên xwe yên bingehîn peşwazî bikin divê hekê herî kêm 3 Hezar tl be."
BÊ ŞERM ÇAV BERDIIN HEZAR Û 300 TL
Keser, anî ziman ku hikûmet û Serokomar Erdogan bang li her kesî dikin ku 3 zarokan çêkin û wiha got: "Sala par min ji bankê pere kişand û ez zewicîm. Min deyn kir û malek ava kir. Lê niha ji ber deynan ez nikarim tev bigerim. Li gel ku ez 2 hezar tl distînim jî nikarin debara xwe bikim. Niha şerm nakin û çav berdidin 1300 tl heqê karkeran."
Karkerê Metalê Serkan Dogan jî anî ziman ku medya hawiz bi zanebûn hekê kêm di nava 1600 TL de asê dike û wiha got: "Wezîrê Xebatê li ser masa xwe mehê 30 hezar tl distîne. Niha li ser masa niqaşê Turk-Îş û patronên karkeran heye. Ez bawer nakim ji van niqaşan ji bo kedkar û karkeran tiştek derkevin."
Dogan, anî ziman ku 4 mehin ji ber OHAL'ê mafê wan ê tazmînata kidemê hatiye astengkirin û mafê wan ê sendîkayî ji destê wan hatiye girtin.
BILA VÎNA GEL BIRYARÊ BIDE
Dogan, destnîşan kir ku rayedarên dewletê ji mijara îdamê heta Serokdewletiyê her dem behsa vîna gel û referandumê dikin û wiha got: "Wê demê em jî ji rayedaran dipirsin û dibêjin heqê kêm em ji gel bipirsin. Em vê mijarê bibin referandumê û bila vîna gel biryarê bide."