Karker dê di sala nû de bêtir têkevin bin deynan

ENQERE - Pisporê DÎSK'ê Can Kaya, diyar kir ku pergala BES'ê dê karkeran bêtir têxe bin deynan û wiha got: "Di sala 2017'an de karker dê bi pergala BES'ê bêtir têvin bin deynan.

Piştî Wezîrê Maliyê Mehmet Şimşek, diyar kir ku rêjeya tasarrufê ji sedî 13,5 ye, TUİK'ê jî rêjeya tasarrufê wekî ji sedî 24,8 aşker kir. Lê li gel vê yekê di pêşnûmeya Zagona BES'ê de tu guhertin nehat kirin. Pisparê Xebatê yê Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), têkildarî Pergala Teqawîtiyê ya Tekakesî ya Mecbûrî (BES) ku di sala 2017'an de têkeve meriyetê, rexne kir. Pisporê Xebatê yê DİSK'ê Can Kaya, diyar kir ku ji ber Zagona BES'ê nehatye guhertin hikûmet dixwaze pereyê pêriya karkeran jî bidize. Kaya, anî ziman ku bi fonên tê dayîn dê welatî di bin deynan de bên hiştin û pereyên di beriya welatiyan de dê bêqîmet bibe. Dewlet niha pêdiviyên xwe yên nakît ji berîka welatiyan derdixe û temîn dike. Li şûna ji çavkaniyên fînansê pêşwazî bike, ji beriya welatiyan derdixe. Dewlet pereyê welatiyan bê qîmet dike û dide wan. Bi pekanîna BES'ê welatî dê bêtir têkevin bin deynan. Îro li Tirkiye ji sedî 67'ê xwedî deyn in. Yên teynê wan tune be jî taksîtên wan hene. "

Kaya, destnîşan kir ku medya nêzi hikûmetê welatiyan der barê pergala BES'ê de şaş agahdar dike û wiha got: "Ger xebatkarek tev li pergala BES'ê bibe divê heta 2 meh şûnde dikare dîsa peymanê betal bike. Lê hin medyayên nêzî îktîdarê vê yekê şaş agahdar dike.