COLEMÊRG- Li Gundê Biyadirê yê Çelê, jin ji dêvla her roj nanê tenûrê bipihêtin û di bin duxanê de bimînin, heftê çend rojan tên gel hev û li gor pêdiviya xwe nan dipihêtin.
Li Gundê Biyadirê yê Çelêya Colemêrgê, jin heftê çend rojan tên gel hev û li gor pêdiviya xwe nan dipihêtin. Jinên ku ji dêvla her roj nan bipihêtin û bi saetan li di nav duxana tenûrê de bimînin, heftê çend rojan tên gel hev û li gor pêdiviyên xwe bi sala ye bi piştevaniyî nan dipihêtin.
PIŞTEVANIYA BI SALA YE DIDOME
Ji jinan Zeynep Demîr anî ziman ku, ev piştevanî bi sala ye didome û wiha axivî: "Em li gund, her tim alîkariya hev dikin. Beriya çend salan hevjînê min wefat kir. Li vir aşê birayê min heye. Ez jî bi qasî qaweta xwe alîkariya wan dikim. 7-8 zarokên min hene. Lê tu carî ne tengijîme. Çimkî, em hemû karê xwe bi hev re dikin. Li vir piştî em genimê xwe dihêrin û dikin arvan, em heftê rojekê li tenûra gund nan dipihêtin. Em bi hev re karê xwe dikin û ji derheqê kar jî derdikevin."
‘BI DORÊ EM NAN DIPIHÊTIN'
Zuleyha Karakûş jî diyar kir ku, ew li gund bi piştevaniyî tevdigerin û wiha axivî: "Em her tim alîkariya hev dikin. genimê tê çandin, mêr diçinînin, em li vir bi alîkariya perwaneyan genim ji simbilan dikin. Paşê vediguherînin arvan. Helbet li gel temenê me yî zêde, carinan ev kar ji me re giran tên. Tenûr zaf germ e û destê me dişewitin. Lê ji ber vê em bi dorê karê hevdu dikin."