Hem pîşeya bavê xwe didomîne hem jî debara xwe dike

ÊLIH - Aysun Kaya ya ku li atolyeya bavê xwe ya beriya 18 salan li beşekî mala wan vekir 15 sal in secadeyan çêdike hem pîşeya bavê xwe didomîne hem jî debara mala xwe dike.

Aysun Kaya ya ku li taxa Cudî ya Êlihê dijî 15 sal in bi tayên rengîn secadeyan çêdike û hem debara mala xwe dike hem jî çanda ku ji bavê wê maye berdewam dike. Kaya bi bavê xwe re rojê qasî 50 secade çêdike lê di demên dawî de ji ber ku ceryan li bajar qut dibe nikarin bi rehetî bixebitin. Kaya jibilî çêkirina secadeyan 4 sal in tablayon jî xêz dike.

LI ATOLYEYA XWE SECADE ÇÊDIKIN

Kaya destnîşan kir ku çêkirina secadeyan karekî kêfxeşiyê dide wê. Kaya der barê çêkirina secadeyan de jî ev agahî da: "Em tayên ku ji Dîlokê dikirin dibin makîneya ku dike tayên secadeyan. Piştî ku em diken tayê secadeyê bi navê 'sermiye' tînin atolyeya xwe. Ji her sermiyeyê nêzî 300 secade derdikeve. Piştre jî tayên rengîn ên ku em dibêjin 'mahsur' çêdikin û ji hundirê lulikê derbas dikin. Dema ku ev kar jî diqede em makîneya ku secade çêdike vedikin. Ji bo secadeyekî 4 xêzên ku rengan cuda dike çêdikin. Ev dibe dirêjahiya secadeyê. Piştre jî qasî ku em secadeyê jê bikin valahiyekî dihêlin û derbasî çêkirina secadeyekî din bidin. Bi vî rengî secade amade dibe."

15 SAL IN MIJÛL DIBE

Kaya destnîşan kir ku tayên ku ji Dîlokê tê hilberandin ên rengîn ve li Êlihê secadeyan çêdikin û wiha berdewam kir: "Li vir bavê min beriya 18 salan atolye vekir. Ji Dîlokê ta tînin û li vir secade çêdikin. Kîloya ta 5 TL ye. Em secadeyekî k çêdikin jî bi 7 TL'î difiroşin. Ez jî 15 sal in bi bavê xwe re secade çêdikim û hem debara malê dikim û hem jî çanada pêşiyên xwe didim berdewam kirin."

'JI BO CIHÊZÊN ZAROKÊN XWE DIKIRIN'

Kaya anî ziman ku ji bo secadeyên ku çêdekin eleqeyeke mezin heye û wiha axivî: "Em secadeyên ku çêdikin diforişin toptanfiroşan. Gelek caran jî jin tên jibo cihêzên zarokên xwe yên dizewicin dikirin. Secade her tim tên firotin. Ji ber vê karê me baş e."


Kaya da zanîn ku jibilî tayên ku ji Dîlokê dikirin ji tayên qazaxên xwe yên kevn jî secade çêdikin û wiha got: "Jinên taxê tayên ku bi kar naynin û qazaxên xwe yên kevn kom dikin ji me re tînin. Tayên ku tînin bi kîjan rengê be em jî ji wî rengî secade çêdikin. Wan jî bi 6 TL'î çêdikin."

JI BER CERYAN QUT DIBE NIKARIN BIXEBITIN

Kaya ya ku gotina "dema ez secade çêdikim xwe .aş hîs dikim" bi kar anî diyar kir ku di demên dawî de ji ber ku ceryan qut dibin karên wan asten dibe ji ber vê yekê hin rojan qet nikarin secadeyan çêbikin.