37 salin bi evînek mezin sifir dineqişîne

DENÎZLÎ - Li sûka dîrokî ya Kaleîçî ya ku beriya mîladê di sedsala 11’an de hat avakirin, hunera neqişandina sifirê ku ji serdema kevna ya Yunan û Anatolyaya kevn ji roja me ya îro re mîras maye welatiyê bi navê Şefîk Demîrel 37 salin bi evînek mezin sifirê dineqişîne.

Li sûka dîrokî ya Kaleîçî ya ku beriya mîladê di sedsala 11’an de hat avakirin, hunera neqişandina sifirê ku ji serdema kevna ya Yunan û Anatolyaya kevn ji roja me ya îro re mîras maye mamosteyê wênesaz ê teqawît bûyî Şefîk Demîrel 37 salin bi evînek mezin sifirê dineqişîne. Li Sûka Kaleîçî ku wekî ‘Sûka Sifiran’ tê nasîn li dijî windabûna hunera sifirê Demîrel dema hûnera xwe çêdike li nava Sûka Kaleîçiyê dengê çakûçê wî meydanê li dem dixwe.

Demîrel, da zanîn ku dema ez li zanîngehê bû fêrî neqişandina sifirê bûye û wiha got: “Ji bo ez hest û fikrê we bînim ziman min neqişandina sifirê hilbijart. Her wiha ji ber ku sifir hakimê tiştên plastîke di hunerê de avantajiyeke. Min li gelek bajarên Tirkiyeyê mamostetî kir, li her dibistana min mamostetî lê kir min neqişên sifirê yên ku hestên min tînin ziman çêkirin.”

‘DEMA SIFIR HIŞK DIBE ŞÊWE DAYÎNA WÊ ZEHMETIR DIBE’

Demîrel, diyar kir ku hêza xwegirtina sifirê li gorî amûrên din hîn bi quwetire û wiha pêde çû: “Hesin di 20 salan de tê tunekirin lê sifir ji 2 hezar salan zêdetir xwe digire. Beriya sifirê bi çakûk bikutim, li ser herdu aliyên wê neqişan çêdikim. Sifirê nîvmîlîm dikutim û 4 cm gij dikim. Em dikarin vê gijbûnê derxînin 3 qatan. Dema em tenik dikin firehtir û dema firehtir dibe bi quwetir dibe. Piştî me neqiş li ser çêkir em keçûk li pişta sifirê didin û bi şêwe dikin. Gelek aliyên zehmet ên gijkirina sifirê hene le piştî tu hînbûn ji te re hêsan te.”


Demîrel, da xuyakirin ku ew 2 rojên xwe dide neqişandina sifirekê û wiha axivî: “Piştî kedek mezin a van 2 rojan ez 100 yan jî 200 TL qezenc dikim. Nifşê ciwan ê nû neqişandina sifirê na ecibînin. Lê ji ber pêşketina teknolojiyê nifşê nû vê di tora civakî de vê dinava saniyeyan de çêdikin. Kesek ji bo qezenckirina pereyê nan hunera neqişandinê na nirxîne. Ev xebata bi keda dest tê çêkirin nikare debara malbatekê pê bê kirin. Balkêşî kême lê xwendekarên min ên ku neqişandina sifirê hîn dibin jî hene. Dema ez çakûçî li sifirê dixim gelek keyfxweş dibim. Li cîhanê cihê herî zêde lê keyfxweş dibin atolyeya mine. Dema dixebitim dengê çakûç min nerihet nake berovajî wê ev deng ji bo min wekî muzîkê tê. Ji ber hezkirina min ketiye pêşiya her tiştî ez bi hezkirinek mezin jî karî dikim.”