ENQERE - TUM BEL- SEN'ê diyar kir ku, li 51 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, endamên wan rastî pêkûtî û çewisandinan tên û ev agahî dan: "497 karmend hatin îxrackirin, 150 ji peywirê hatin dûrxistin û her wiha peymana 130 karkerî jî nehatiye nûkirin." Serokê Giştî yê Sendikayê Omer Salih Erol, li dijî çewisandin û pêkûtiyên qeyûman ên li hemberî endamên wan bertek nîşan da.
Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiya Herêmî (TUMBESL-SEN) a girêdayî KESK'ê, diyar kir ku, li 51 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, endamên wan rastî pêkûtî û gefxwarinên avêtina ji kar re tên. Hat parvekirin ku, piştî tayînkirina qeyûman 497 karmendên endamê sendîkayê hatine îxrackirin, 150 ji peywirê hatine dûrxistin û her wiha peymana 130 kedkarî jî nehatiye nûkirin.
'ENDAMÊN ME RASTÎ ÇEWISANDINAN TÊN'
Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Omer Salih Erol anî ziman ku, çewisandinên li dijî endamên wan her diçe zêde dibin û wiha axivî: "Endamên me ji aliyê qeyûman ve rastî çewisandinên ku divê ji sendîkayê îstifa bikin tên. Dîsa endamên em yî li saziyên dixebitin, dema diçin kar gelek caran rastî lêgerînan tên. Em qethiyen vê rewşê qebûl nakin."
'MAFÊ PARÊZIYA ENDAMÊN ME HAT BINPÊKIRIN'
Erol anî ziman ku, ew nizanin endamên wan î hatine îxrackirin bi çi tên tawanbarkirin û wiha diyar kir: "Hem li komîsyonên ji aliyê hikûmetê ve û hem jî li yên ji aliyê şaredariyan ve hatin avakirin, bêyî lêkolîn û lêpirsîn bên kirin endamên me hatin îxrackirin. Piraniya hevalên me nizanin ji ber çi tên tawanbarkirin û her wiha mafê parêziya wan jî nayê naskirin." Erol dest nîşan kir ku, sedema îxarcê tenê xwe dispêre parvekirinên medyaya civakî û wiha got: "Gelek endamên me ji ber parvekirinên Facebookê hatin îxrackirin an jî ji peywirê hatin dûrxistin."
'EM DERBEYÊ QEBÛL NAKIN'
Erol, tayînkirina qeyûman jî wek tayînkirineke li dijî bijarteyan pênase kir û wiha axivî: "Çi dibe bila bibe, em vê wek derbeyeke li dijî îradeya hatiye hilbijartin dibînin. Em wek sazî her li dijî derbeya ne. Û em ê her li dijî bin jî. Em qethiyen qebûl nakin ku, mirov ji ber nasnameya xwe bên tawanbarkirin. Kampanyaya reşkirina li ser nasnameyan wê aştiyê neyîne vî welatî. Tu kes ji ber nasnameya xwe nikare bê tunekirin û li derî pergalê bê hiştin."