COLEMÊRG - Li gundê Tiloran ê Geverê şivanên ku berbanga sibehê heya danê êvarê li ber pez dimînin, li gel berf û sermayê, bi lawjeyan li ber agirê germ dibin û tehma bihevrebûna jiyana xwezayî digirin.
Şivanên gundê Tiloran a 15 kîlometre dûrî navçeya Gevera Colemêrgê ye, tevî şertên zahmet ên zivistanê şivaniyê dikin. Li gundê ku bilindahiya berfê 2 metroyan e û serma heya kêmek 30 dereceyan dikeve wextê zehmet a şivanan serê sibê di saet 06.00’an de dest pê dike. Şivan piştî cilên şivaniyê li xwe dikin û pez ji gomê derdixin, dibe çêrandinê. Şivanên ku lawjeyên dibêjin, bi kûçikên xwe yên navên cur bi cur lê dikin û di heman demê de “dostên” wan ê herî baş in re heya saet 01.00’an nobetê digirin û giha didin pez.
BI LAWJEYAN LI BER AGIR XWE GERM DIKIN
Şivanên ku ji ber hewaya sar agir pê dixin û li dora agir lawjeyan dibêjin danê nîvro careke din bi gihayên li ser naylon û kaşkaşokan li ser girên bilind tînin ajalan têr dikin. Şivanên ku her yek zêdetirirî 5-6 sal in şivaniyê dikin bi tarîbûna hewayê jî naqede. Li gomê jî berxwan û mihan ji hev vediqetînin û piştî berxwan careke din têr dikin ji bo rojeke din ber bi rêya mala xwe digirin.
DEMA ŞIVAN NEBE KUÇIKÊ WÎ ‘DUMAN’ NOBETÊ DIGIRE
Şivanê bi navê Erkan Dere ê 10 sal in şivaniyê dike diyar kir ku ew bi alîgirê xwe Ferzat Bellier ve li 300 pezan dinêre. Dere destnîşan kir ku herî zêde ew di mehên zivistanê de zehmetiyê dikişînin û dema ew diçe cihekê pez emanetî kuçikê xwe yê bi navê “Dûman” dike. Dere diyar kir ku heya niha ji bilî şivantiyê tu karî nekiriye û ew êdî bi vê jiyanê re bûye yek.
‘BI XWEZAYÊ RE DIJÎN’
Dere bi van gotina behsa zehmetî û xweşikiya karê xwe kir: “Wextê zivistanê birin û anîna giha karê herî zehmet e. Bi taybetî wextê zayîna ajalan kar zehmettir dibe. Hem bi tenduristiya berxwan hem jî xwarina wan re mijûl dibin. Li ligel van zehmetiyan jÎ em dibin perçeyek jiyana xwezayê. Ji bo ku em bi ajalan re mijûl dibin Û dibin perçeyek xwezayê jî em kêfxweş in.”