ENQERE - KESK û TMMOB’ê bertek nîşanî îxraçkirina 41 endamên wan ên ji aliyê Wezareta Çandîn û Sewalkariyê ve hatine kirin da û diyarkirin ku ji kar durxistin operasyonên bêdengkirinê yên li dijî wanin.
Yeketiya Odeyên Mîmar û Endazyaran (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Civakê (KESK), derbarê îxraçkirina endamên wan ên ji aliyê Wezareta Çandîn û Sewalkariyê ve li Navenda Giştî ya TMMOB’ê civînek çapemeniyê li darxistin. Di civînê de Serokê Giştî yê TMMOB’ê Mehmet Emîn Koramaz, Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen û serokê Tarim Orkam-Sen Hamît Kurt amade bûn.
Serokê Giştî yê TMMOB’ê Mehmet Emîn Korkmaz daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku li Tirkiyeyê di 14 salên dawî de pêvajoya herî reş tê jiyîn û li dijî demokrasî û mafê mirovan qirkirinek tê jiyîn. Korkmaz, da zanîn ku 41 endamên KESK û TMMOB’ê yên li Wezareta Çandîn û Sewalkariyê dixebitin ji kar hatine derxistin û wiha got: “Hevalên me yên ku di pîşeyên xwe de xwedî tecrubeyekî 20 salanin û di sendîkayan de têdikoşin bêyî derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin ji kar hatine derxistin. Ev li dijî me operasyona bêdengkirinê ye.”
'JI KAR GIRTIN NE TESEDUFE’
Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen anî ziman ku ji kar derxistina endamên wan ne tesedufe û wiha pêde çû: “Em carek din ji vê bêhiqûqî û wehşetê re dibêjim bese. Em ê li dijî hemû êrîşên li dijî ked û karê me têkoşîna xwe bidomînin.”
Serokê Tarim Orkam-Sen Hamît Kurt jî wiha axivî: “Hevalên me yên ji kar hatine girtin, di çarçoveya ‘rêxistina terorê ya FETO’ hatine derxistin. Lê hevalên me bi nasnameyên xwe yên çepgir û Elewî tên naskirin. Ew jî baş dizanin ku tu eleqeya hevalên me bi FETO’yê re tune ne.”