STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha kanûnê ya cînayetên kar aşker kir û diyar kir ku di meha kanûnê de herî kêm 141 karkeran di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê destnişan kir ku di sala 2016'an de hezar û 970 karkeran jiyana xwe ji dest dan û di serdema OHAL'ê de ev hêjmar ji sedî 9 zêde bûye.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG), rapora meha kanûnê ya cînayetên kar aşker kir. ÎSÎG'ê di raporê de diyar kir ku di meha kanûnê de herî kêm 141 karkeran di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê destnişan kir ku di sala 2016'an de hezar û 970 karkeran jiyana xwe ji dest dan û di serdema OHAL'ê de ev hêjmar ji sedî 9 zêde bûye. ÎSÎG'ê da zanîn ku di kanûnê de 1 zarok, 5 jin, 5 penaber bi giştî 141 karkeran jiyana xwe ji dest dane û herî zêde cînayetên kar li Stenbol, Bursa, Edene û Antalyayê pêk hatiye. ÎSÎG'ê daneyen sala 2016'an jî aşkere kir û wiha got: "Di meha çile de 119, sibatê de 144, adarê de 160, nisanê de 172, gulanê de 127, Hezîranê de 210, Tîrmehê de 176, tebaxê de 206, îlonê de 150, cotmehê de 169, mijdarê de 196 û meha kanûnê dejî herî kêm 141 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
ÎSÎG'ê da zanîn ku di sala 2013'an de hezar û 235 karker, di sala 2014'an de hezar û 886 karker, di sala 2015'an de herî kêm hezar û 730 karkeran û di sala 2016'an de jî herî kêm hezar û 970 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê destnişan kir ku piştî OHAL hat îlankirin hêjmara cînayetên kar ji sedî 9 zêde bû.