Midye dibe debara malê

STENBOL- Li Tarlabaşiyê, jinên li jêrzemînên malên xwe li gel zor û zehmetiyan mîdyeyan çêdikin û debara malê dikin. Mîdyeyên amade dikin an hevjînên wan an jî zarokên wan difiroşin.

Welatiyên ji ber tengasiyên aborî ji neçarî xaka xwe terikandin û berê xwe dan Stenbolê, debara xwe bi akrên cud adikin. Hin ji wan di sektora tekstîlê de bi şev û biroj dixebitin, hin jê bi berhevkirina kaxez û kartonan debara xwe dikin, hin jê jî mîdyeyan difiroşin.

Li Taxa Tarlabaşi ya Beyoglû ya Stenbolê, em rastî jinên mîdyeyan çêdikin tên. Jinên li jêrzemînên malên xwe bi zor û zehmetî mîdyeyayn çêdikin û pê debara malbata xwe dikin, bêyî bêjin sermaye dixebitin. Jinên di nav rojê de tên gel hev, hem mîdyeyan çêdikin hem jî sohbetê dikin.

Jinên navoşka mîdyeyan amade dikin, piştî mîdyeyan baş dişon, hundurê wan tije dikin û herî dawî di sîtilan de wan dikelînin. Piştî jin, bi kîloyan mîdyeyan amade dikin zarokên wan an jî hevjînên wan, wan difiroşin.

Jinên piraniya roja xwe di jêrzemînan de bi çêkirina mîdyeyan derbas dikin, giliya wan jî hevpar e. Jinan anî ziman ku, zabiteyên şaredariyê astengiyan ji wan re derdixînin û xwestin, zabite dev ji wan biqerin.

BI MÎDYEYAN DEBARA 12 KULFETÎ DIKE

Fatma Açay (57) a bi çêkirina mîdyeyan debara 12 kulfetî dike got, ji be rhevjînê wê nexweş e ew bi tena serê xwe li malê dinihêre. Açay wiha got: "Roja karê min hebe dixebitim, roja tune be em birçî dimînin. Rojê 3 saetan di vê sermayê de dixebitim. Bi vê xebatê em debara xwe dikin." Açay got, şaredarî destûra wan nade û wiha axivî: "Zabite pirsgirêkan derdixin. EM bi çêkirina mîdyeyan debara xwe dikin, zabite destûrê nadin. Tên dezgeha zarokan belawela dikin. Mîdyeyan dirijînin. Nahêlin zarokên me bifiroşin. Duh li yekî dane, diranê wî şikandine. Em tenê dikarin vî karî bikin. Lê dibin asteng. Ji ber zarokên min biçûk in, nikarin bixebitin. 4 zarokên min diçin dibistanê. Bi firotina mîdyeyan em debara xwe yî rojane dikin."

'JI BER EM KURD IN DESTÛRÊ NADIN'

Buruce Çîçek (40) a 23 sal e karê mîdyeyan dike diyar kir ku, ji ber ew kurd in xebatkarên şaredariyê destûra zarokên wna nade û wiha domand: "Zabite ji zarokên me re dibêjin, 'Ji vir herin, heirn bajarên xwe karê xwe bikin.' Li bajarê me kar tune ye, heke li bajarê xwe me karibûna debara xwe bike em nedihatin vana deran. Li ser van vegotinan, zarokên me li ber xwe dikevin. Ka ê zarokên me çi bikin, heta êvarî li ser piya mîdyeyan difiroşin. Zarokên me jî ji bo zarokên xwe dixebitin."

'LI VIR JÎ RIHETÎ JI ME RE TUNE YE'

Çîçek a got, "Çi ji me dixwazin" wiha domand: "Em ji vana reviyan hatin van deran, lê li vir jî me rihet nahêlin. Ji xwe em kirêya xwe , fatûreyên avê û ceryanê didin. Ev 25 sal e em di van malên kevin de dijîn, me rojek xweş nedît. 2 keçên min û kurek min heye, ev 2 meh e kurê min çûye leşkeriyê. Hevjînê min jî li malê rûdinê, roja mîdye hebin dixebite, roja tune li malê ye. Ez çêdikim hevjînê min difiroşe. Berê me îdara xwe dikin, niha tu kara me tune ye. Niha her tişt buha bûye. Tişta ji destê me tê em dikin. Lê tenê bila bela xwe di zarokên me de neidn."

'SÊNIYÊN ME DIRIJÎNIN'

Xezal Adin (60) got, karê mîdyeyan ne karekî rihet e û wiha domand: "Çend roj berê hevalê kurê min di avê de wer bû û fetisî. Şaredarî detsûrê nade. Polîs mudaxile dikin. Ne dihêlin em kar bikin, ne jî kar didin me. Ev 25 sal e karê mîdyeyan dikim. Berê destûr didan, niah nadin. 3 kurê min, 6 keçên min hene. Em wisa bi zahmetî çêdikin. Zabite tê radihêlê, roja zabite neyên polîs tên mîdyeyan dirijînin, dieciqînin. Ji Mêrdînê em ji bo kar hatin, li vir jî şaredarî destûrê nade. Welatê me zaf xweş bû, ji ber kar em hatin vir."

Habîb Ecevît (45) ê tevî hevjîna xwe ev 10 sal e karê mîdyeyan dike wiha got: "Min di 1985'an de li Îzmîrê ev kar kiribû, ji ber min vî karî dizanibû dema em hatin Stenbolê min liv ir jî vî akrî kir. Baş xerab em vî karî dikin, debara xwe dikin."

'MALZMEYÊN MÎDYEYAN JÎ BUHA BÛN'

Ecevît ragihand ku, karê mîdyeyan karekî zehmet û şaredarî tengasiyan derdixe. Wiha domand: "Berê rojaneya me 100 lîre bû, niha em 50 lîreyî bi zorê qezenc dikin. Malzemeyên mîdyeyan jî buha bûye. Firotina mîdyeyan pir ketiye. 12 zarokên min hene, yek di şîrketa kirêkirina ofîsan de dixbite, wekî din zarokên min naxebitin. Dizanin karê mîdyeyan kurd dikin, ji ber vê zehmetiyand erdixin pêşiya me. 4 zarokên min dixwînin, bi zorê em debara xwe dikin. Zarokên min ê dixwînin, carinan ji bo xercaneya xwe dixebitin. Ne wisa be nabe, jiyan zaf zor e. Berê akr baş bû, niha tune ye."