ÊLIH - Wezareta Enerjiyê û rêveberiya TPAO piştî TP arizî kir û dewrî TPİC’ê kir, sendîkaya karkerên petrolê ket nava hewldana têkoşînê. Serokê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Şeyhmus Kaygusuz, diyar kir ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û dê li dijî vê ferasetê qada hevpar a têkoşînê ava bikin.
Vezareta Enerjiyê û Rêveberiya Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) bi hevre Petrolên Tirkiyeyê (TP) di nava xwe de dapeş kirin û arizî kirin. Piştî arizîkirinê pêşkêşî şîrketên taybet kirin. Sendîkaya Petrol-Îşê ya li dijî vê polîtîkaya Wezaretê di 26'ê Kanûna 2016'an de xwestin çalakiyê pêk bînin. 500 karkerên aydî çar herêman (Herêma Êlih, Trakya, Semsûr û Enqere) xwestin li ber Wezareta Enerjiyê çalakiyê pêk bînin. Lê Wezareta Karên Hundir bi hinceta ewlehiyê destûr neda çalakiyê. Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îş'ê ya Êlihê Şeyhmus Kaygusuz, bertek nîşanî vê polîtîkayê dan û wiha got: "Bi arizîkirina Petrolên Tirkiye (TP) re dê betalî zêde bibe. Li Êlihê ji xwe rêjeya karkerên betal zêde ye. Piştî arizîkirina TP’ê dê betaliya ciwanên Êlihê zêdetir bibe. Ji bo TP neyê arizîkirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em desûr nadin vê yekê.
Kaygusuz, destnîşan kir ku di hevdîtina bi rêveberiya TPAO û Wezareta Enerjiyê tatmîn nebûn û wiha got: "Projeyên Wezareta Enerjiyê yên der barê TP’ê de didomin. Dîsa cemaweriyê dixapînin. Niha Petrolên Tirkiye dewrî TPİC’ê dikin. Ev ne zagonî ye û ne jî hiqûqî ye. Êlih navenda hilberîna petrolê ye. Em wekî sendîkaya petrolê destûr nadin vê yekê. Em dê li dijî vê yekê bi karkerên petrolê re qada hevpar a têkoşînê ava bikin. Em li dijî polîtîkaya arizîkirina TP'ê ne. Dixwazin karkeran bixapînin. Lê em dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. "