Komuna tenûrê balê dikişîne

ÊLIH - Nanê tenûrê yên jinên Hezoyî bi awayekî komunalî çêdikin rastî eleqeyeke zêde tên.

Li Taxa Kale ya Hezoya Êlihê, 6 jin bi awayekî komunî nanê tenûrê çêdikin û bi firotina van nanan debara xwe dikin. Ji van jinan Emîne Kaya (38), ragihand ku ew 2 sal e nanê tenûrê çêdike, eleqeyeke zêde heye û her wiha ji navçeyên din jî nan ji wan tê xwestin.

‘BI ÇÊKIRINA NAN EM DEBARA XWE DIKIN'

Kaya got, ew debara xwe bi nanê tenûrê dikin û wiha axivî: "Li vir, bi giştî em 6 jin dixebitin. 3 hevalên me serê sibehê, 3 hevalên me jî danê esir dixebitin. Rojê em 7 tenûran lê dixin. Ji her tenûrê 24 nan dertên. Rojaneya me tê 20 TL'yî. Li vir bi çêkirina nan em debara xwe dikin."

‘NANÊ TÊN ÇÊKIRIN LI DERVEYÎ BAJÊR JÎ TÊ FIROTIN'

Kaya diyar kir ku, eleqeyeke zêde ji bo nanê wan ê tenûrê heye û wiha got: "Nanê li vir tê çêkirin li firinan û marketan tê belavkirin. Mirov tên vir sîparîşê didin. Em jî li gor van sîparîşan nan dipihêtin. Nanê em çêdikin, tenê li Hezo û Êlihê nayê firotin. Nanê em çêdikin heta Îzmîr, Antalya, Bûrsa û Stenbolê jî tê şandin."

‘NANÊ TENÛRÊ BISIHETIR E'

Kaya anî ziman ku, nanê tenûrê erzantir e û li gor ê firinê li nêvengeke paqijtir tê çêkirin û wiha got: "Dema em ji firinan nan dikirin hem tahma wan nexweş hem jî zû hişk dibin. Lê belê nanê tenûrê ne wisa ye û tahma wê xweştir e û bisihetir e."