Piştî facîaya li Sêrtê 200 karker ji kar avêtin

SÊRT - Li navçeya Sîrwanê ya Sêrtê piştî li Kana Madenê ya Koma Cînerê hezan pêk hat û 16 karker di bin hezanê de mirin, 200 karkerên kanê ji kar dûr xistin.

Li gundê Madenê yê Şîrwana Sêrtê di Kana Madenê ya aîdî Koma Cînerê di 17'ê mijdara 2016'an de hezan pêk hatibû û di hezanê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di hewldanên rizgarkirinê ya ku nêzî mehekê dom kir de cenazeyê 16 karkeran ji bin axê hat derxistin. Xizmen karkeran diyar kirin ku karker bêyî endamtiya sandîkayekê bin û di saha herî mezin a kanên Tirkiyeyê de bi 2 hezar TL dixebitin. Piştî buyerê mufetîşên kar 'bi hinceta ewlehiyê' li kanê lêkolîn pêk neanîn. Balkêş e li şûna der barê berpirsiyar û rêveberê kanê de doz bê vekirin, 200 karkerên 4 firmaya hemalan ên di bin baneya Park Elektrikê de dixebitin ji kar hatin dûrxistin.


Firmaya karkerên pale ya aştî Nurettin Ant a bi navê Antlar İnşaat dawî li karê 70 karkeran anî. Şîrketa a bi navê Maden Koy Şirketî jî 60 karker ji kar dûr xistin. Firmaya hemalan a bi navê C3 jî 30 karker ji kar dûr xist. Firmaya Nasiroglu ku 120 karkeran dixebitîne jî 30 karker ji kar avêtin.

Hat zanin ku tê diyarkirin ku dê 400 karkerên di bin baneyê Park Elektrik de dixebitin dê ji kar bên dûrxistin.