STENBOL - Rêveberiya THY'ê ji Sendîkaya Hava-Îşê xwest karker di sala 2017'an de zemê nexwazin û ger ku zemê bixwazin dê wan ji kar derxin.
Rêveberiya Rêyên Hewa ya Tirk (THY), ji Sendîkaya Hava-Îşê xwest ku karker ji bo sala 2017'an zemê nexwazin. Rêveberiya THY'ê diyar kir ku an dê karkeran derxin an jî dê heqê karkeran di 2017'an de zêde nekin. Sendîkaya Hava-Îş'ê têkildarî mijadê daxuyaniyek nievîskî da û diyar kir ku THY armanc dike ku karkeran ji kar derxin. Sendikayê da zanîn ku karkeran bi zemê tehdît dike û dixwaze îsal doza zemê û heqê xwe li wan nekin û wiha got: "Rêveberiya THY'ê ji mere ragihand ku 1000 personel û 500 pilot zêde dixebitin. THY di vê çarçoveyê de diyar kiriye an dê di sala 2017'an de ji ber biçûkbûna kar karkarena derxin, an jî dê heqê karkeran zem nekin.