Karkerên Çînê anîn madena Şîrwanê

SÊRT - Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, diyar kir ku piştî qezaya li Kana maedanan a girêdayî şîrketa Gruba Cînerê ku 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 450 karker ji kar hatin derxistin û li şûna wan 450 karkerên ji Çînê anîn hatine bicihkirin. Yildirim, da zanîn ku 150 karker bi fîîlî kar dikin.


Li navçeya Şîrwana Sêrtê di madena aîdî Gruba Cînerê de hezaz pêk hat, di hezazê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 450 kes jî ji kar hatin derxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yilşdirim derbarê piştî 25 rojan xwe gihandina cenazeyê dawî yê karkeran de li Meclîsê civîna çapemeniyê li darxist. Yildirim, diyar kir ku piştî qezaya madenê fîrmayê karê 450 karkeran di 31’ê Kanûna 2016’an de hatiye rawestandin.”

Yildirim, bi lêv kir ku li gorî agahiyên wan bidestxistine, li şûna 450 karkerên ji kar hatine derxistin 450 karkerên ji Çînê anîne hatine bicihkirin û 150 karker jî bi awayekî fîîlî dest bi kar kirine û wiha axivî: “Bivê re îxraç û îthalat di heman demê de pêk hatiye. Di rapora pisporan de, hatiye diyakirin ku li cihê tê xebitîn qelişîn çêbûye, ji bo pêşiya vê bigirin agahî dane rayedaran. Ligel vê jî tu tiştek nehatiye kiriye. Cihên qelişîne bi herî û siwaxê hatiye girtin. Dema derbarê şîrketa ku îxmala wê heye tiştek na hat kirin şîrketê li gorî xwe tişta pêwîst kir û karkerên feqîr tevlî karwanê hejmara 11.3 kirin. Ji bo birayên me yên ji kar hatine derxistin carekdin vegerin ser karê xwe divê hesasiyet bê nîşandan.”