MELETÎ - Mamoste Erdogan Canpolat ê 30 sal in mamoste ye û bi KHK’ya dawî hat îxraçkirin û di çalakiya 9 rojan de gelek caran hat binçavkrin, peyama “Ez hêvî dikin ku di dawiyê de em ê biserkevin” da.
Li Meletiyê kedkarên KESK’ê yên bi KHK’yên di 29’ê cotmehê de hatin derxisitin ji kar hatin îxraçkirin çalakiya bi dirûşmeya “ ez karê xwe dixwazim” dane destpêkirin bi biryardarî didomînin. Kedkarên ku gelek caran rastî mudaxeleya polîsan hatin û hatin binçavkirin peyama ligel binçavkirin jî ew ê çalakiya xwe bidomînin da.
‘HETA EM VEGERIN SER KARÊ XWE DÊ ÇALAKÎ BIDOME2
Endamê Egîtîm Senê Erdogan Canpolat ku ev 30 sale mamosteye da zanîn ku piştî ji kat hatiye îxraçkirin hemû karên hiqûqî yên ku wan dane destpêkirin bê encam mane û wiha got: “Em hêjî nizanin ji ber çi hatine îxraçkirin. Di raya civakê de têgiha ‘ger hatine îxraçkirin tiştek di binê wê de hey’ didin avakirin. Ji bo em wê têgehê biguherînin û bi awayekî bêhiqûqî hatine îxraçkirin bidin fêm kirin em 4 heval hatin cem hev û me biryara çalakiyê da. Em bi biryarin û heta em vegerin ser karê xwe dê çalakiya me bidome.”
Canpolat, da zanîn ku wan dizanîn OHAL a ku dihat gotin dê li dijî FETO bê îlankirin, dê li dijî demokrat, şoerger û welatparêzan bê îlankirin û wiha pêde çû: “Bi çalakiya ku em di vê pêvajoyê de pêktînin re me xwest xwe îfade bikin. KHK’ên ku di OHAL’ê de derxistine bêhiqûqî ne, ji bo em vegerin ser karê xwe divê OHAL bê rakirin. Lê polîs destûr nade em vê jî bînin ziman. Di nava deqeyekê de me binçav dikin. Çalakiya me rewaye û em ê tu caran dest jê bernedin. Ez hêvîdarim ku emê di dawiyê de biser bikevin. Em ne ji bo kar ji bo rûmeta xwe têdikoşîn.”
Mamosteyê bi navê Ozkan Karataş ku di çalakiyê de cihê xwe digire jî wiha axivî: “Bi zextên li me dikin dixwazin çavê kedkaran bitirsînin. Dema em hatin binçavkirin me hizirî ku emê derkevin pêşberî dozger û em ê derdê xwe vebêjin. Lê nêzîkatiya midûryeta polîsan derxistina pêşbeî dozgeriyê nîne, armanc dikin ku çalakiya ku dê piştgiriya gel bigire astneg bikin.”