Hêjmara Betalan 6 milyon derbas kir

ENQERE - Li gorî daneyên TUİK'ê li Tirkiye hêjmara betalan 500 hezar kes zêde bûn û gihişt 3 milyon û 647 hezar kesan. Li gorî daneyên DİSK'ê jî hêjmara betalan gihişt 6 milyon kesan.

Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK), rapora betaliyê ya cotmeha 2016'an aşkere kir. Li gorî rapora TUÎK'ê di cotmeha 2016'an de li gorî salek berê 1,3 puan zêde bû û gihişt ji sedî 11,8'an. Hêjmara betalan di salekê de 500 hezar kes zêde bûn û gihişt 3 milyon û 647 hezar kesan. Di nifûsa ciwanan de (15-24 salî) 1,9 puan zêde bû gihişt ji sedî 21,2'an.

911 HEZAR KARKER ZÊDE BÛNE

Li gorî raporê di cotmeha sala 2016'an de 911 hezar karker zêd bûn û ginişt 30 milyon û 914 hezaran. Di hêjmara karkerên demsalî de 23 hezar karker kêm bûn. Li gori salek berê hêjmara karkerên demsalî gihişt 3 milyon û 611 hezar kesan. Li gorî daneyên DÎSK'ê jî hêjmara betalan 6 milyon derbas kiriye.