Karkarên Kana Madenê yên Şîrwanê dest bi çalakiyê kirin

SÊRT - Karkerên Kana Madenê ya Şîrketa Koma Cinerê ya Şîrwanê, piştî 342 karker ji kar hatin derxistin, dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kirin.

Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê piştî Şîrketa Koma Cinerê karker ji kar derxistin, karkerê mayî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di 17'ê Mijdarê de hezan pêk hatibû û di hezanê de 16 karkerên kanê di bin axê de mabûn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê 4 firmayên taşeron ewil 200 karker û piştre jî hat diyar kirin ku dê 142 karker ji heta 31'ê Çile ji kar bên dûrxistin. Li ser vê yekê karkerên kanê îro dest ji kar berdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pişti fîrmayê diyar kir ku 449 karkerên din dê ji kar bên dûrxistin, karkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Sendîkaya Maden Îş'ê jî piştgirî da çalakiya kargeran. Hemû karkerên kanê û rêveberên Sendîkaya Maden İşê çalakiya xwe berdewam dikin. Serokê Şaxa Maden İşê Cevher Anik, diyar kir ku heta karê karkeran dîsa paşve dibe wan dê çalakiya rûniştinê ya bêdem berdewam bikin.

Anik, anî ziman ku heta niha 9 karker ji Cînê anîne û tê gotin ku dê 200 karkerên din jî ji Cînê bînin. Anik, da zanîn ku heta niha wan xwe negîhandiye rayedarên Kana Madenê. Çalakî bi çepikan didome.