2 hezar û 200 karkerên metalê dest bi grevê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - 2 hezar û 200 endamên Senkîdaya Yeketiya Metal-Îş’ê dest bi grevê kirin.

Karkerên Lijneya Ceyrana General a Gebzeya Kocaeliyê ji bo daxwazên xwe yên peymana giştî dest bi grevê kirin. Ji ber xitimîna pêvajoya peymana giştî ya di navabera Yeketiya Metal-Îş û EMÎS’ê de dengdayîna grevê hatibû kirin û karkeran biryara çûna grevê girtibûn.

Hêjî 2 roj mabûn ji grevê re EMÎS’ê li ser heman peymanê hinek guhertinên biçûk kiribû û pêşniyarek din kir û Yeketiya Metal-Îş’ê ev pêşniyar da dengdana karkeran. Li ser biryara karkeran a grevê îro sibê li fabrîkayê hilberîn hat rawestandin û li 4 kargehan grev hat destpêkirin.

13 fabrîkayên girêdayî Schneîder Enerjî, Schneîder Elektrîk, General Elektrîk û ABB’ê û li 26 kargehan, 2 hezar 200 karkerên endamên Sendîkaya Yeketiya Metal-Îş’ê yên girêdayî DÎSK’ê dest bi grevê kirin û heta daxwazên wan neyên qebûl kirin dê çalakiya xwe bidomînin.