Grev ne li ‘ewlehiya neteweyî’ li sermayeyê gefan dixwe

KOCAELÎ - Karkerên Yekbûyî yên Metal Îşê ku bi hinceta “ewlehiya neteweyî” mafê wan ê grevê ji destê wan hat girtin, diyar kirin ku hikûmetê ew şaşwaz ne kirine. Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Sendîkaya Metal Îşê Seyfettîn Gulengul, diyar kir ku ew ê li dijî biryara hatiye dayîn têbikoşin û grev gef ne li ‘ewlehiya neteweyî’ li sermayeyê dixwe.

2 hezar û 200 karkerên Sendîkaya Yekbûyî yên Metal Îşê yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) piştî duh li fabrîkayan kom bûn û biryara grevê girtin, ji aliyê hikûmetê ve hat diyarkirin ku grev 60 rojan hatiye paşde dayîn. Greva ku hinceta wê wekî “ewlehiya neteweyî” hat nîşandan, karker û Sekreterê Sendîkaya Metal Îşê yê Gebzeyê Hasan Gencay û Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Sendîkaya Metal Îşê Seyfettîn Gulengul bertek nîşanî vê pêkanînê dan.

'ME TENÊ SAXKIRIN XWEST’

Karkerê bi navê Huseyîn Kaya da zanîn ku ma wan çi kiriye ku dê li pêşiya ewlehiya neteweyî bibin asteng û wiha got: “Ez ê tiştek wiha çawa bikim. Hikûmet wekî her car ligel zengînan cih digire. Bi vê riyê feqîran diçewisîne, polîsan dişîne ser me, êrîşî gel dike, tiştekî em dikin tune ye. Diviya bû hikûmetê piştgriî daba me ji ber ku pereyê me kêm didin me biryara grevê girt. Em nikarin hikûmetê rexne bikin. Ev 10 sala li Schneider Elektrêk dixebitim û hêjî heqdestê kêm digirim. Me tenê saxkirine kxwest. Tu pirsgirêka me bi vê fîrmayê re tune ye. Em nabêjin bila ji welat derkeve.”

Sekreterê Sendîkaya Metal Îşê yê Gebzeyê Hasan Gencay destnîşan kir ku biryara qedexekirin êdî bûye tiştekî rûtîn û wiha pêde çû: “Kengê em pirsgirêkekê bijîn û li cihekê dest bi grevê bikin em tên astengkirin. Dîsan bi hincetên cuda greva me asteng kirin. Hikûmet ji vê biryara xwe re dibêje 2paşde dan’ lê ev tê wateya xespkirina mafê me. Ew jî vê dizanin.”

Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Sendîkaya Metal Îşê Seyfettîn Gulengul jî bi lêv kir ku ew di welatê ku fabrîkayên paçên zarokan çêdikin gef li ewlehiya neteweyî dixwin de dijîn û wiha domand: “Ger gotibana greva we gefê ne li ewlehiya neteweyî li sermayeyê dixwe me dê bawer kiriba. Em gef li ewlehiya neteweyî naxwin êdî mirov nikare li vî welatî behsa grevan bike. Lê ev dê me bêzar nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her çiqas grev hatibe paşde dan jî em venagerin fabrîkeyan. Me ev jî anî ziman. Di 2015’an de jî paşde dabûn. Wê rojê me çi xwestibû me girtibû ji fabrîkeyan. Em ê îro jî wê bigirin. Em ê têkoşîna wê bidin meşandin. Krîza aborî her ku diçe kûr dibe pêwîstiya wan bi sektora me heye.”

‘EM Ê HETA DUŞEMÊ NEÇIN’

Gulengul, da xuyakirin ku biryara grevê di rojnameya fermî de hat weşandin, hêjî sendîka li ber fabrîkeyan kom dibûn biryara qedexeyê gihiştiye wan û wiha axivî: “Li ser ÎŞKUR’ê ji me re teblige hat şandin. Ji hemû fabrîkayên li navçe û bajaranin tebligat hat şandin. Ligel vê me got em ê venegerin fabrîkeyan. Em ê heta roja duşemê neçin. Em ê bi hevalên xwe yên li fabrîkeyan nûnerin re rûnin û biryarekê bidin. Karker çi dibêje ev sendîka jî dê wê bike. Hikûmet çi karkeran dixwaze? Beriya demek kurt deme me bi wezîrê xebatê re hevdîtin pêk anî ji me re gotibû ‘biborin lê me mucbûrin ku sermayeyê biparêzin’. Me ji bîr nekiriye. Ji bo sermayeyê biparêzin çi ji destê wan tê dikin. Ji xwe ew bi xwe sermayedarin. Îmzeya kusên me bi rêve dibin li bin vê biryarê heye çima? Ji ber ku ew karsazin. Xwe diparêzin. Divê karker vê bibîne. Dê di demek kin ji wan re jî tercîhek bê xwestin.”