ENQERE - Prof. Dr. Azîz Konukman, diyar kir ku dewlet dibêje ‘baca ku hûn didin dibe rê, av û xizmet ji we re vegere’ û wiha got: “Lê çi vedigere? Dibe îşkence, TOMA û li gel dizivire. Me Gezî dît, dibe bombe û li kurdan dibarînin.”
Sempozyuma “1’emîn Hevdîtina Karkeran, Bêewlehî û Di Maşika Feqîriyê de Mafê Karkeran’ ku ji aliyê Komeleya Mafê Karkeran a Enqereyê ve tê pêkanîn û dê du rojan bidome li Hotela Neva Plas a Enqereyê destpê kir.
Sezpozyûna ku têde asta binpêkirina mafê karkeran, sedemên wê û pêşniyarên ji bo çareseriyê tên nîqaşkirin, karker, nûnerên sendîka û rêxistina civaka sivîl û akademîsyen tevlî bûn. Di roja yekemîn a sempozyûmê de panelên “Krîzên li cîhan û Tirkiyeyê û Bandora vê ya li ser Karkeran” û “Tendirûstî û ewlehiya kar a karkeran” hatin pêşkêşkirin.
'DESTPÊKA KAOSÊ HILBIJARTINÊN 7’Ê HEZÎRANÊ’
Axaftina vekirina sempozyûmê ji aliyê Serokê Giştî yê Genel-Îş a DÎSK’ê Remzî Çalişkan kir. Çalişkan diyar kir ku ne tenê kedkar, hemû mirovên li welat dijîn di pêvajoyek zehmet re derbas dibin û wiha got: “Destêka kaos û qetlîama hilbijartinên 7’ê Hezîranê ye. Ger em li ser vê re derbas bibin em nikarin tiştekî çareser bikin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê me got dibe ku li welat edaletek pêk bê lê ev ji xwe re kirin firsendek. Guhertina rejîmê ya niha bi OHAL û KHK’yan tê kirin hişt ku em bên van rojan. Heta ku serdest û bindest hebin, heta ku cudakariya di navbera civakê de hebe dê ev têkoşîn bidome û em ê di nava vê têkoşînê de cih bigirin.”
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul mafê axaftinê girt û got ku ew ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin. Panela “Krîzên li cîhan û Tirkiyeyê û Bandora vê ya li ser Karkeran” ji aliyê Cigirê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Cafer Konca ve hat dayîn. Prof. Dr. Korkut Boratav, ji Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Azîz Konukman û Doç. Dr. Mustafa Durmuş jî mafê axaftinê girtin.
Boratav, ku derbarê "Neo-lîberalîzm" de axivî da zanîn ku Neo-lîberalîzmîn di sala 1980'an de li Tirkiyeyê li ser kedkaran hat pêkanîn û wiha got: “Neo-lîberalîzmîn ji bo sermayeyê hemû astengiyan rake û ji bo çewisandina bê bêqeyd ava bike derketiye holê. Em berê xwe bidin pêjavoya ku astengiyên li pêşiya sermayeyê rabûne. Li cîhanê astnegiyên li pêşiya sermayeyê gav bi gav rabû. Projeya kapitalîsta ya ku digot ‘em ê wekheviyê bînin’ bi cih nehat. Berovajî wê krîz avakirin.”
‘BACÊN TÊN DAYÎN DIBIN BOMBE Û LI KURDAN DIBARIN’
Aborînas Azîz Konukman destnîşan kir ku dewlet dibêje ‘baca ku hûn didin dibe rê, av û xizmet ji we re vegere’ û wiha got: “Lê çi vedigere? Dibe îşkence, TOMA û li gel dizivire. Me Gezî dît, dibe bombe û li kurdan dibarînin. Ev dewlet di her serdemê de û her wextê hebûna xwe parastiye. Dema kedkar kji bo mafê xwe hewldanekê dide ev dewlet rûyê xwe yê rast derdixîne holê.”
'KRÎZA SIYASÎ BÛ SEDEMA KRÎZA ABORÎ’
Herî dawî Dr. Mustafa Durmuş jî wiha aaxivî: “Li tirkiyeyê 3 xalên bingehîn ên krîz avakirine hene. Yekemîn; polîtîkayên şer ên derve û hundir bi heman şêweyî domandin. Duyemîn; krîza rêveberiyê ya bi krîzên 17-25’ê Kanûnê re hatin jiyîn û pêvajoya krîza ku heta darbeya 15’ê Tîrmehê hat. Sêyemîn; Ev hemû pêkanînên ku krîza aborî bi xwe re anîn. Di vê demê de rêveberî ber bi rejîmek totalîter û desthilatdar ve çû. Di vê wateyê de serokatî nokteya dawî ye. Ger ji vê re ‘erê’ derbikeve, destpêkê dê ji bo karker û kedkar rewşek zehmet be. Ger serokatî bê, dê şerê li derve û hundir bidome û dê dema ku siyaseta îslamî destpê bike bê.”
Di roja duyemîn a sempozyûmê de dê panelên “Di Jiyana Xebatê de Newekheviya Zayendî” û “Jiyana Serkarî, Qayîşok, Bêqural û Cînayetên girêdayî Nexweşiyên Kar û Qezayên Kar” bê pêşkêşkirin.